07:58 18 Kanûn 2017
Zindî
    Dr. Prof. Noam Chomsky

    Noam Chomsky: 'Erdogan ji bo welatê xwe metirsiyek mezin e'

    © AFP 2017/ Ronaldo Schemidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fîlozof û zimanzanê navdar Noam Chomsky ragihand ku Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan ne tenê ji bo welatê xwe, ji bo welatên din jî metirsiyek mezin e.

    Navenda Nûçeyan — Noam Chomsky, beşdarî bernameyeke Dengê Amerîkayê bû û di bernameyê de da xuyakirin ku li Tirkiyayê di destpêka salên 2000î de di warê ‘Mafê mirovan û demokratîkbûnê' de gavên girîng hatin avêtin.

    Chomsky got, lê mixabin ev çend sal in ku, Erdogan bibiryar dixwaze, pêşveçûnan asteng bike û sîstemeke otorîter bicih bike. Herwiha Chomsky diyar kir ku ev yek ji bo Tirkiyayê û gelek welatên din metersiyeke mezin e.

    Zimanzanê navdar Noam Chomsky, di nav Akademîsyenên ku ji bo êrişên dewleta tirk ya li ser bajarên kurdan şermezar bikin û îmze avêtibûn danezana ‘Em nabin şirîkê vê zilmê' jî îmze kiri bû.

    Bi heman mijarî:

    TUHAD-FED: Em ji hêla çapemeniya alîgir ve tên îlegalîzekirin!
    ​ENKSê jî piştgirî da federasyonê
    Polêsan êrişî parlamenterên HDPê û gel kirin
    Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 kuştî, 3 jî birîndar
    Li Bedlîsê operasyona leşkerî
    Polêsan li Milazgirê êrişî pîrozbahiya Newrozê kirin
    Li Enqereyê polês êriş kir: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    sîstemek otorîter, metirsî, dewleta tirk, bajarên kurdan, mafên mirovan, Dengê Amerîkayê, Noam Chomsky, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de