03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Kim Jong-un

    Koreya Bakur dîsa moşeka balîstîk ceriband

    © REUTERS/ / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Koreya Bakur dîsa moşeka balîstîk ceribandiye û ev yek ji terefê Amerîkayê ve jî hatiye serastkirin.

    Navenda Nûçeyan - Artêşa Koreya Bakur diyar kir ku moşeka tê texmînkirin xwediyê kapasîteya xwegihandina dûrahiyeke navîn e, piştî 800 kîlometroyî ketiye nava deryayê. Tê gotin ku moşek bi vî rengî dikare li Japonyayê bikeve. Çavkaniyên leşkerî dan xuyakirin ku moşeka duyemîn a ji heman herêmê hatin avêtin jî, li bilindahiya 17 kîlometroyî ji radarê derketiye.

    Japonyayê, li hemberî ceribandinên moşekan notaya protestoyî da Koreya Bakur.

    Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî bang li rêveberiya Pyongyang kir ku gavên rê li ber mezinbûna aloziya li Girava Koreyê vedike navêje û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur gef li Amerîkayê xwar: ‘Em ê we bikin xwelî'
    Keştiya balafiran a atomî ya Amerîkayê li Koreya Başûr e
    Li Koreya Bakur alarma atomî
    Rûsya, cihê xwe yê zîrweyê ji Koreya Bakûr re hişt
    Lavrov ji bo Koreya Bakurî çareseriya siyasî pêşniyar kir
    Etîketan:
    Artêşa Koreya Bakur, Ceribandina moşekên balîstîk, Kim Jong-un, Koreya Bakurî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de