01:30 20 Tebax 2017
Zindî
    Abîdeya jenosîdê

    Tirkekî li abîdeya jenosîdê îşareta gurgebozê kir û Avusturya tev li hev bû

    © Wikipedia/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2611

    Li gorî nûçeya rojnameya Kurierê ku li Avusturyayê weşanê dike, welatiyekî tirk li kampeke kevn ya naziyan îşareta gurgebozê kir û wêne kişandina wî Avusturya tev li hev kir.

    Navenda Nûçeyan — Abdurahman A.yê hemwelatiyê Tirkiyeyê li abîdeya jenosîdê ku li kampeke kevn ya naziyan û li bajarê Mauthausenê ye îşareta gurgebozê kir û wêneyek kişand û ev wêne li ser hisabê xwe yê facebookê weşand. Ev wêne li Avusturyayê bû sedema nîqaşan.

    Her wiha di şîroveyên bine wêne de nivîsên wekî ‘ Birayê min Abdurrahman li kampa Hitleran e. Dev ji Amerîka, Çîn û Rûsyayê berdin, her tişt ji bo Tirkiyeyê' hatin nivîsandin.

    Ev li hemberî bîranîna qurbaniyên jenosîdê bêrêzî ye

    Wêneyê ku di medya civakî de bû sedema nerazîbûnan, siyasetmedaran jî bertek nîşan dan. Nûnerê Partiya Keskan Sophia Hochedlinger di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev li hemberî bîranîna qurbaniyên bêrêzî ye û em ê ji konseya herêmî daxwaza astengkirina civînên qadên gelemperî bikin.

    Dîlên kampa naziyan a Mauthausenê di 5ê Gulana 1945an de ji terefê artêşa Amerîkayê ve hatibûn rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji federasyona kurdan aciz bû
    Talebanî: ‘Tirkiye li bajarên kurdan jenosîdê dike'
    Xulam: Tirkiye êrişî kurdan dike û cihan jî temaşe dike'
    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
    YPG: ‘Tirkiye, destûra çekên kîmyewî dide ku têkeve Sûriyeyê'
    Etîketan:
    Nîşaneya gurgebozê, Abîdeya jenosîdê, Abdurrahman A, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de