02:07 21 Tebax 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: ‘Hetanî ku Rûsya di Kirimê de be wê mûeyîde bidomin'

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1901

    Di salvegara duyemîn a 16ê Adarê ya îlhaqa Kirimê bi ser Rûsyayê ve, daxuyaniyek jî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê hat dayîn.

    Washîngton — Di salvegara duyemîn a 16ê Adarê ya îlhaqa Kirimê bi ser Rûsyayê ve, daxuyaniyek jî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê hat dayîn. Berdevkê Wezaretê Derve ya Amerîkayê John Kirby di daxuyaniya xwe de ragihand ku hetanî Kirim venegere ser xaka Ûkraynayê wê mûeyîdeyên ser Rûsyayê bidomin.

    Bila Rûsya Kirimê vegerîne ser xaka Ûkraynayê

    John Kirby di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di sedsala 21emîn de em qebûl nakin ku bi zorê sînor werin guherandin. Hetanî dagirkerî bidome dê mûeyîde jî bidomin û di meriyetê de bin. Em dîsa bangî Rûsyayê dikin ku dawiyê li dagirkeriyê bîne û Kirimê vegerîne ser xaka Ûkraynayê.'

    Arseniy Yatsenyuk
    © AP Photo/ Efrem Lukatsky
    Kirby di dirêjiya axaftina xwe de behsa zordestiya li ser tatar û ûkrayniyan û îdia kir ku:'Saziyên Sivîl ên Civakî ji Kirimê têne derxistin û çûna çavdêrên navneteweyî ji bo nîvgiravê tê astengkirin.'

    Her wiha li gorî daxuyaniyên kirimiyan ku dibêjin, heta niha wekî vê carê me tucarî xwe di ewlehiyê de nedîtibû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Piştî 28 salan dîsa çekên kîmyewî li dijî kurdan hat bikaranîn'
    FLAŞ ÎDIA - 'Amerîka dê li kurdan îxanetê bike'
    Gelo Amerîka ser Erdogan xêz kir?
    Amerîka, welatiyên xwe yên Tirkiyeyê hişyar kir
    Pisporên Amerîka û NY dîsa ji bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyarî dan
    Etîketan:
    Dewleta Rûsyayê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby, Kirim, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de