09:52 18 Tebax 2017
Zindî
    Keştiyên NATOyê

    NATO, erka xwe ya Deryaya Egeyê bi cih neanî

    © AFP 2017/ Adam Warzawa
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li ser daxwaza Almanya, Tirkiye û Yunanîstanê rêxistina NATOyê li Deryaya Egeyê ji bo astengkirina penaberan dest bi dewriyê kiribû, lê piştgiriya ku dihat hêvîkirin neda.

    Navenda Nûçeyan — Li ser daxwaza Almanya, Tirkiye û Yunanîstanê rêxistina NATOyê li Deryaya Egeyê ji bo astengkirina penaberan dest bi dewriyê kiribû, lê piştgiriya ku dihat hêvîkirin neda. Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî, piştî ku mîsyona NATOyê li Deryaya Egeyê dest bi wezîfeya xwe kir, hejmara penaberên ku li ser rêya Midilliya Yunanistanê vê hefteyê derbasî Ewropa bûne gihîşte 5 hezar û 135 kesan û ev hejmar hefteya borî 5 hezar 117 kes bû.

    Çûna penaberan ber bi Ewropayê ne tenê li ser rêya Midilliyê, li gorî doneyên Neteweyên Yekbûyî hefteya ku NATOyê dest bi kar kir 9 hezar û 515 penaber bi rêyên derqanûnî ve ji Tirkiyeyê derbasî Yunanistanê bûn.

    Berpirsên NATOyê bersiv nedan

    Li gorî nûçeyê berpirsên NATOyê li hemberî van doneyan tu bersiv nedan. Armanca misyona NATOyê li Deryaya Egeyê derbarê penaberan de agahiyan berhev û ewlehiya qeraxê agahdar bike. Bi vî awayî hêzên ewlehî yên qeraxê dê çûna penaberan ji bo Ewropayê asteng bike û dê penaberan ji bo Tirkiyeyê vegerîne.

    Bi heman mijarî:

    NATO: ‘Rûsya li Sûriyeyê kete pêşiya hevpeymanê'
    Patrîk Kîrîl, hêvî xwest ku gengeşiya NATO û Rûsyayê kêm bibe
    General Barbero: ‘Divê NATO û Amerîka helwesta xwe li hemberî Tirkiyeyê hişk bike'
    Pisporê amerîkî: ‘Tirkiya PYDê dike bihane ku NATO û Rûsyayê berde hev’
    NATO: ‘Em nikarin pêşiya wê bigrin, dema perçebûna Sûriyeyê hatiye'
    Etîketan:
    Penaber, NATO, Deryaya Egeyê, Yunanîstan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de