22:36 18 Hezîran 2018
Kim Jong-il

Koreya Bakur gef li Amerîkayê xwar: ‘Em ê we bikin xwelî'

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di destê Koreya Bakur de bombeya hîdrojenê ku kare herêma Manhattana New Yorkê biherifîne heye.

Navenda Nûçeyan — Li gorî malpera înternetê ya rêvebiriya Pyongyangê ya DPRKê ku di malpera xwe de gotara Jo Hyeong-il par ve kir de ragihand ku heke Koreya Bakur moşeka dûrahî ya serikê minyatur bavîne bajarê Manhattana New Yorkê, hemû kesên ku li wir dijîn dê bimrin û bajêr wê bibe xwelî.

Serikên atomî hatin biçukkirin

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-il berê îdia kiribû ku serikê minyatur ku dikeve serê moşekên balîstîk me çêkiriye. Li gorî nûçeya ajansa KCNAyê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-il di hevdîtinên lêkolînên atomî de axivî û got: ‘Me serikên atomî yên şer biçuk (minyetur) kirin û li gorî moşekên balîstîk werin hatin dîzaynkirin.'

KENYê mueyîdeyên ser Koreya Bakur zêde kirin

Piştî ku Koreya Bakur di 6ê Rêbendanê de ceribandina çeka atomî û di 7ê Sibatê de jî peyk firandibû li nîvgirava Koreyê gengeşî zêde bibû. Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van ceribandinên atomî yên Koreya Bakur mueyideyên ekonomîk zêde kiribûn.

Bi heman mijarî:

Keştiya balafiran a atomî ya Amerîkayê li Koreya Başûr e
Li Koreya Bakur alarma atomî
Rûsya, cihê xwe yê zîrweyê ji Koreya Bakûr re hişt
Lavrov ji bo Koreya Bakurî çareseriya siyasî pêşniyar kir
Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
Etîketan:
DPRK, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Ajansa Fermî ya Koreya Bakurî KCNA, Jo Hyeong-il, Kim Jong-il, Koreya Bakurî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de