20:05 11 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    Hêza Hewayî ya Amerîkayê wê li paşiya Çîn û Rûsyayê bimîne

    © Wikipedia/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di nav 10 salên pêşiya me de heke Hêza Hewayî ya Amerîkayê pişta xwe bi F-35an ve girede, dê hêza wê li paşiya Hêza Hewayî ya Çîn û Rûsyayê bimîne.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê kovara National Interestê Peter Layton di analîza xwe ya dawî de cih da axaftina Fermandarê Hêza Hewayî ya Amerîkayê li Ewropa General Frank Gorenc ku gotiye: 'Divê ez vê bi dirustî bêjim ku raseriya me ya Hêza Hewayî dihele, ev tenê ne ji bo fîloya me ya pasîfîkê, Ewropa jî di nav de li hemû cihanê raseriya me ya li hemberî Çîn û Rûsyayê her diçe dihele.'

    Reqabeta bi Rûsyayê re her diçe zahmetir dibe

    Layton di nivîsa xwe de cih da analîstên raporta RANDê û got: ‘ Çîn potansiyela xwe ya Hêza Hewayî her diçe zêdetir dike û ev hedefên Amerîkayê tev li hev dike. Êdî Amerîka bi balafirên F-15 ên kevn nikare bi balafirên Çîn, bi taybetî jî yên Rûsyayê ku pir bi fonksiyon in reqabetê bike, lewma balafirÊn Su-35 ên Rûsyayê li gorî teknolojiya 4++ hatine çêkirin.'

    Gelo pêwistî bi raseriya hewayî heye?

    Layton di berdewamiya nivîsa xwe de got: ‘Divê xebatên toknolojiya nû were kirin ku bikaribe reqîbên xwe derxe derveyê xelekê. Başe gelo pêwistiya raseriya hewayî heye? Belkî Hêza Hewayî di şer de bi ser nekeve, lê herî hindik dikare pêşiya têkçûna şer bigre.

    Bi heman mijarî:

    Pisporên Amerîka û NY dîsa ji bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyarî dan
    Amerîka li xwe mikur hat: ‘Pîlotên balafirên şer peyde nabin'
    Amerîka, ji bo avakirina baregehan li Kobanî û Rimêlan erdan dikire
    Amerîka: ‘Heke Îran peymana atomî îxlal bike em ê têkevin hereketê'
    Amerîka: ‘Wezîrê şer ê DAIŞê Ebû Omer El Şîşanî hat kuştin'
    Etîketan:
    Fermandarê Hêza Hewayî ya Amerîkayê li Ewropa, Hêza Hewayî ya Amerîkayê, Kovara National Interestê, Frank Gorenc, Peter Layton, Çîn, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de