01:22 14 Kanûn 2017
Zindî
    Dera

    Heke dewletên rojava wekî Rûsyayê bikira, niha ji zû ve şerê li Sûriyeyê biqediya

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê kevn li Sûriyeyê Lahdar Brahimi ragihand ku heke dewletên rojava wekî Rûsyayê bikira, niha 4 sal berê şer û pevçûnên Sûriyeyê biqediya.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê kevn li Sûriyeyê Lahdar Brahimi di hevpeyvîna xwe ya televîzyona El Cezîreyê de ragihand ku heke dewletên rojava wekî Rûsyayê bikira, niha 4 sal berê şer û pevçûnên Sûriyeyê biqediya.

    Lahdar Brahimi di axaftina xwe de got: ‘Nêrîna Rûsya, ya ji bo rewşa Sûriyeyê ji dewletên din rastir bû. Divê me hemûyan guh bidana rûsan, wan rewşa Sûriyeyê baştir dizanibû. Heke hemû welat, derheqê Sûriyeyê de xwediyê agahiyên zelal bûna niha 4 sal berê ev rewşa şer û pevçûnê biqediya.'

    Cihanê xiyanet li Sûriyeyê kir

    Brahimi di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di trajediya Sûriyeyê de kesî baş tuneye, lewma hem dewletên rojava û hem jî yên misilman kesî berjewendiya gelê Sûriyeyê dernexiste pêş. Ne tene misilmanan hemû cihanê xiyanet bi xelkê Sûriyeyê kir. Amerîkiyan, fransizan, brîtaniyan ji bo wan çi kirin? Mixabin tu kesî piştgiriya wan nekir.'

    Dîplomatê kevn di dirêjiya axaftina xwe de got:'Lê peymana agirbestê li Sûriyeyê pêvajoyeke baş e û divê ev firahtir bibe. Niha jî amadehiya hevdîtinan dikin û hêvî dikim ev civîn werin dest pêkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em li dijî federalîzmê ne!
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Sûriye: ‘Yên ku riayetî agirbestê nekin em ê wan terorîst qebûl bikin'
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye: ‘Tu pirsgirêkên me bi kurdan re tunene'
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Artêşa Sûriyeyê, Dewletên Rojava, Neteweyên Yekbûyî (NY), Lahdar Brahimi, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de