23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    De Mistura:' Em ê rêyeke ku kurdan tev li hevdîtinan bikin bibînin'

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura ragihand ku ji bo kurdên Sûriyeyê tev li hevdîtinên Cenevreyê bibin em ê rêyekê bibinin.

    Cenevre — Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura di hevpeyvîna xwe ya televîzyona El Cezîrê de ragihand ku ji bo kurdên Sûriyeyê tev li hevdîtinên Cenevreyê bibin em ê rêyekê û ji bo pêşeroja xwe wê bersivê bibînin.

    Tevlibûna wan girîng e

    Staffan De Mistura di axaftina xwe de got: ‘Kurdên Sûriyeyê, sûriyeyî ne lewma ji bo pêşeroja Sûriyeyê divê tev li hevdîtinan bibin. Her wiha xristiyan, elewî, şie û sunî jî tev li civînê nebûne, divê hemû li wir werin temsîlkirin. Em ê rêyeke ku kurdan tev li hevdîtinan bikin bibin, ji bo ku ev ê bibe peyameke gelek girîng.'

    De Mistura di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Min ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî talimat wergirt, divê herkes tev li civînan bibe, lê ji bo vê dem pêwiste.'

    Heyeta Şamê gihîşte Cenevreyê

    Her wiha hat ragihandin ku heyeta Şamê ji bo kut ev li hevdîtinên nû bibe gihîşte Cenevreyê. Li gorî nûçegihanê Spûtnîkê yê Cenevreyê ku ragihand, heyeta Sûriyeyê bi serokatiya Beşar Caferî ku di heman demê de nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê ye gihîşte Cenevreyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
    Lîsteya beşdarên Cenevreyê neguherî, PYD dîsa nehat vexwendin
    De Mistura: ‘Dibe civîna Cenevreyê di dema xwe de dest pê neke.'
    Dibe hevdîtinên Cenevreyê di 7ê Adarê de werin dest pêkirin
    Demirtaş: ‘AKP 25 madeyên Cenevreyê îxlal dike'
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevreyê, Heyeta Şamê, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY), Beşar Caferî, Staffan De Mîstura, Cenevre, Swisra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de