04:25 16 Kanûn 2017
Zindî
    John Bass

    Amerîka, welatiyên xwe yên Tirkiyeyê hişyar kir

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê li hemberî êrîşên gengaz welatiyên xwe hişyar kir û ji wan xwest ku xwe ji Enqereyê dûr bigrin.

    Enqere — Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê li hemberî êrîşên gengaz li ser malpera xwe ya fermî welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir û ji wan xwest ku xwe ji Enqereyê dûr bigrin.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agahî li ber destê wan hene wê li herêmê êrîş werin kirin û ji hemwelatiyên xwe yên Tirkiyeyê xwest ku ji herêmê xwe dûr bigrin.

    Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku xwe ji saziyên dewletê yên wekî Anitkabîr, Fermandariya Hêzên Hewayî,Wezaret û ji cihên girseyî xwe dûr bigrin.

    Balyozxaneyê her wiha ji welatiyên xwe xwest ku bi xwe jî tedbîrên ewlekariyê bigirin û bi vê armancê nûçeyên li ser bûyerên li herêmê diqewimin, bişopînin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka li xwe mikur hat: ‘Pîlotên balafirên şer peyde nabin'
    Amerîka, ji bo avakirina baregehan li Kobanî û Rimêlan erdan dikire
    Amerîka: ‘Heke Îran peymana atomî îxlal bike em ê têkevin hereketê'
    Amerîka: ‘Wezîrê şer ê DAIŞê Ebû Omer El Şîşanî hat kuştin'
    Amerîka: ‘ Cihên ku YPGê bi dest xistiye divê teslîmî rayedarên herêmî bike'
    Etîketan:
    Balyozxaneya Amerîkayê li Enqereyê, Enqere, Amerîkayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de