06:37 13 Kanûn 2017
Zindî
    Noam Chomsky

    Chomsky: ‘Tirkiyeya ku Kurdistana xweser naxwaze piştgiriya DAIŞê dike'

    © AFP 2017/ Virginie Montet
    Cîhan
    Lînkê kurt
    120

    Zimanzan û fîlozofê amerîkî Noam Chomsky diyar kir ku Tirkiye di nava sînorên xwe de Kurdistana xweser naxwaze, ji bo vê li dijî YPGê piştgiriya DAIŞê dike.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Sol Haber Portali, zimanzan û fîlozofê amerîkî Noam Chomsky di panela Massachussetts Institute of Technologyê de derbarê Tirkiye û Rojhilata Navîn de axivî û got: ‘Li herêmê hêza esasî ku li dijî DAIŞ û rêxistinên terorîst derdikeve hêza kurdan e. Tirkiye di nava sînorê xwe de herêmeke xweser a kurdan naxwaze û li hemberî Yekîneyên Parastina Gel ku hêzeke girîng e li dijî DAIŞê şer dike, Tirkiye dan û standina petrole jî di nav de piştgiriya wan dike.'

    Erdogan krîza penaberan wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne

    Noam Chomsky di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan krîza penaberan wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û di hevdîtinên dawî yên Tirkiye û Ewropayê de ev derkete holê. Amerîka ji Ewropayê jî tirsonektir e, heta bijîşkên sûriyeyî jî wekî terorîst dibîne û wekî koçber qebûl nake. Amerîka niha di cihanê de bûye dewleta herî tirsonek.'

    Sînorên Rojhilata Navîn, ji bo berjewendiyên emperyalîzmê hatin xêzkirin

    Zimanzan û fîlozofê amerîkî di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Tiştê ku Amerîka bi salane li hemberî koçberên Amerîkaniyên Başûrî dike îro jî li hemberî Tirkiye û Yekîtiya Ewropa dike. Sedema ku DAIŞê ji hinek derdoran piştgirî wergirt teswîrê dozerên ku sînorên Iraq û Sûriyeyê ji terefê dewletên rojavayî ve dihat xerakirin bû. Ev demeke dirêj e sînorên herêmê ji terefê dewletên emperyalist ve têne dîzaynkirin. Sînorên Rojhilata navîn ne ji bo berjewendiya gelan, ji bo berjewendiya emperyalîzmê hat xêzkirin. Ev li Efrîqayê jî û li Afganîstanê jî wiha bû, tu meşruîyeta vê rewşê tuneye.'

    Bi heman mijarî:

    Chomsky: ‘Bila şandeyekî serbixwe navbeynkariya kurdan û Tirkiyeyê bike'
    Chomsky: Bila Amerîka piştgiriya PKKê bike
    Ji Chomsky bo Erdogan: ‘Li gorî min ew qatil e'
    Chomsky: 'Amerîka dê li hemberî êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan bêdeng bimîne'
    HDPê Chomsky dawetî bajarên kurdan kir
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Grûbên Terorîst, DAIŞ, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Dewleta Tirkiyeyê, YPG, Massachussetts Institute of Technology, Noam Chomsky, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de