10:10 13 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Philip Hammond

    Brîtanya: ‘Divê kurd di proseya siyasî ya Sûriyeyê de cih bigrin'

    © REUTERS/ Stefan Wermuth
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond ragihand ku cih girtina kurdan di proseya siyasî ya Sûriyeyê de gelekî girîng e.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond di axaftina xwe ya li zanîngeha Path ya Brîtanyayê de got: ‘Cih girtina kurdan di proseya siyasî ya Sûriyeyê de gelekî girîng e.'

    Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond li zanîngeha Path a Brîtanyayê di gotarekê de got: ‘Pirsa yekgirtina Sûriyeyê ji bo me ne cihê danûstandinê ye, nabe dewleteke kurdî û serbixwe li wî welatî were damezran din.'

    Hammond di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Li gorî raportên ber destê me pêwendî di navbera rejîma Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hene.' Lê Hammond beşdarbûna kurdan di proseya siyasî ya Sûriyeyê de giring bi nav kir.

    Biryare sibê hevdîtinên duyemîn ê civînên Cenevreyê dest pê bike û heta niha Partiya Yekîtiya Demokratîk nehatiye vexwendin.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Brîtanya doktorê kurd dersînor dike
    Brîtanya, welatiyên xwe ji bo çûna Tirkiyeyê hişyar kirin
    Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
    Brîtanya jî li Sûriyê dest bi lêdana komên terorîst kir
    Etîketan:
    Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), Hevdîtinên Cenevreyê, Wezareta Derve ya Brîtanyayê, Philip Hammond, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de