15:50 18 Kanûn 2017
Zindî
    Keştiya balafiran

    Keştiya balafiran a atomî ya Amerîkayê li Koreya Başûr e

    © AP Photo/ Ronen Zilberman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keştiya balafira atomî ya Wezareta Parastina Amerîkayê USS john C. Stennis ji bo tetbîqeta hevpar çû baregeha deryayî ya Busana Koreya Başûr.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî nûçeya ajansa fermî Yonhapa Koreya Başûr, keştiya balafiran a Amerîkayê ku di nav de balafirên bombebaran F/A-18 Hornet, balafirên Hawkeye E-2 û nêzî 80 wesayîtên hewayî ji bo ku tev li tetbîqatê bibe gihîşte baregeha deryayî ya Busana Koreya Başûr.

    Her weiha hat ragihandin ku ji xeyrî keştiya USS John C. Stennis dê keştiya nokav Stockdale, Chung-Hoon, William P. Lawrence û kruvazora Mobile Bay jî tev li tetbîqatê bibin.

    Tetbîqeta di navbera Amerîka û Koreya Başûr de ku heta niha tiştekî wiha mezin nehatiye dîtin duşema borî dest pê kir. Tetbîqeta ku bi navê Key Resolve tê kirin wê hefteyekê û manevrayên Foal Eagleyê jî hetanî dawiya meha nîsane dê bidomin. Di tetbîqeta Key Resolveyê de 300 hezar leşkerê Koreya Başûr û 17 hezar leşkere Amerîkayê tevlidibin.

    Piştî ku Koreya Bakur di 6ê Rêbendanê de ceribandina çeka atomî û di 7ê Sibatê de jî peyk firandibû li nîvgirava Koreyê gengeşî zêde bibû. Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van ceribandinên atomî yên Koreya Bakur mueyideyên ekonomîk zêde kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Koreya Bakur alarma atomî
    Rûsya, cihê xwe yê zîrweyê ji Koreya Bakûr re hişt
    Lavrov ji bo Koreya Bakurî çareseriya siyasî pêşniyar kir
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Koreya Bakur, bombeya hidrojen a atomî ceriband
    Etîketan:
    Chung-Hoon, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Ajansa fermî Yonhapa Koreya Başûr, USS John C. Stennis, William P. Lawrence, Amerîka, Koreya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de