03:19 23 Îlon 2017
Zindî
    Esma Esad

    Esma Esad: ‘Erdogan û malbata wî kesên nezan û bêzewqin'

    © AFP 2017/ MIGUEL MEDINA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17020

    Tê gotin ku yek ji wan sedemên pevçûnên di navbera Tirkiyayê û Rûsyayê de ev e ku antîpatiya Beşar Esad û hevsera wî Esma Esad ya ku ji bo Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan û malbata wî ye.

    Nivîsa dîroknas Norman Stone ya îngilîzî ku di rojnameya Financial Timesê de hate weşandin ragihandiye ku malbatên Erdogan û Esad ji ber ku bi hevre dem derbaskirine dijminatî ketiye navbera wan.

    Li gorî Stonê, Esma Esad ji serokê Sûriyayê Beşar Esad re piştî ku ji geştek vegeriyaye e-posta kî şandiye û di e postayê de wiha gotiye: ‘Ez ji te lava dikim tu êdî bi malbata Erdogan re dema xwe neborînî. Erdogan kesekî nezan û bêzewqê di jiyana xwe de tenê pitûkek xwendiye, hevsera wî jî kesekê nexweşiya dan û sitandinê pê re heye û kesekê mejîyê wê valaye, cil û bergin bêzewq li xwe dike.

    "PÛTÎN TU XWET TIŞTAN JIBÎR NAKE"

    Stone eşkere kir ku e-postayê MITê bi dest xistiye û diyarkir ku Esad bi saya sere Rûsyayê li ser piyan maye, piştî vê yekê tirkan balafira Rûsyayê xistiye. Herwiha dîroknas got: ‘Vladimîr Pûtîn tiştên ku tirkan kiriye jibîr nake, gelek pirtûk xwendiye û gelek zimanên biyanî dizanê. Tolhildana Rûsyayê bi têkçûna îxracatê dest pê kir. Kêmasiya geştyarên rûsî, têkçûna tûrîzma bajarê Antalyayê ya Tirkiyayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Îro 3 car êrişî hezên kurdan hatin kirin'
    Rûsya: 'Me nota da Ûkraynayê
    Rûsya: ‘Cenevreyeke bêyî kurdan ne gengaz e'
    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Sûriye: ‘Yên ku riayetî agirbestê nekin em ê wan terorîst qebûl bikin'
    Etîketan:
    malbata Erdogan, têkçûn, nezan, bêzewq, rojnameya Financial Timesê, Norman Stone, Recep Tayyip Erdogan, Beşar Esad, Esma Esad, Tirkiya, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de