22:18 24 Îlon 2017
Zindî
    Staffan de Mistura

    NY: ‘Bila gelên Sûriyayê Federalîzmê muzakere bikin'

    © REUTERS/ Pierre Albouy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2201

    Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyayê Staffan De Mistura derheqê geşedanên li Sûriyayê axivî û got: ‘Sûriyayek federal mimkun e, gel dikarin vê yekê muzakere bikin. ‘

    Navenda Nûçeyan — De Mistura, geşedanên dawî yên li Sûriyayê ji televîzyona Al Jazeera yê re nirxand û ragihand ku ji bo çareseriyê firsendeke mezin heye û da zanîn. Divê firsenda çareseriyê ji dest neyê berdan. Hevdîtinên Cenevreyê jî ji bo muzakereyên li Sûriyayê wê bibe mîna pirtûkeke pîroz.'

    De Mistura li ser vebijarka federalîzmê jî hin daxuyanî da û wiha berdewam kir. ‘Gelê Sûriyayê naxwazin ku welatên wan parçe bibe. Lê dikarin alternatîfa federalîzmê muzakere bikin.'

    Hêjayê gotinan e, piştî hevdîtinên Cenevre 3an welatên Amerîka, Rûsya û Erebîstana Siûdî li ser mijara federasyonê daxuyaniyên mîna hevdu dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Dewleta tirk gazên clor û fosforê dide komên terorîst
    De Mistura, dîroka hilbijartina Sûriyeyê eşkere kir
    Obama: ‘Erdogan serneketî ye û orotîter e!'
    Pisporên Amerîka û NY dîsa ji bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyarî dan
    Nasnameyên 5 şervanên YPG/ YPJê hatin eşkerekirin
    Etîketan:
    çareserî, cenevre, fedaralîzm, El-Cezîre, Staffan de Mistura, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de