19:51 22 Îlon 2017
Zindî
    BM Suriye Özel Temsilcisi Staffan De Mistura

    De Mistura, dîroka hilbijartina Sûriyeyê eşkere kir

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura ragihand ku hilbijartina serokatiya Sûriyeyê di nava 18 mehan de wê pêk werin.

    Cenevre — Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura derbarê civînên Cenevreyê û hilbijartina de ji ajansa Spûtnîkê re axivî û ragihand ku hilbijartina serokatiya Sûriyeyê piştî hevdîtinên Cenevreyê yê duyemîn wê di nava 18 mehan de pêk werin.

    De Mistura di axaftina xwe de got: ‘Hevdîtinên Cenevreyê wekî kevneşopî pêşî bi aliyê hikumeta Sûriyeyê re dê were dest pêkirin û ya rast jî ev e. Lewra Neteweyên Yekbûyî saziyeke navneteweyî ye û hikumeta Sûriyeyê jî endamê ve saziyê ye. Şandeyên civîna Cenevreyê ji îro pê ve dê werin.'

    Me vexwendnameyên nû ji tu kesî re neşandin

    Staffan De Mistura di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Em ê kurdên Sûriyeyê jî piştî çend turan vexwînin hevdîtinên Cenevreyê. Lê ji bo civînên 14ê Adarê vexwendname ji wan re nehatiye şandin. Hevdîtinên dawî nehatibûn betalkirin û di nêvî de mabûn. Ji wê deme heta niha tiştek neguheriye, lewma me vexwendnameyên nû ji tu kesî re neşandin.'

    Hilbijartin wê di bin çavdêriya NY de were kirin

    De Mistura di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Di rojeva me de 3 mijar hene, avakirina hikumeteke nû, makezagoneke nû û hilbijartin. Piştî ku hevdîtinên Cenevreyê hatin destpêkirin divê di nava 18 mehan de hilbijartin were kirin. Hem hilbijartina serokatî û hem jî ya parlamentoyê wê di bin çavdêriya NY de were kirin.

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: ‘Siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê her tiştî xirabtir dike'
    De Mistura: ‘Dibe civîna Cenevreyê di dema xwe de dest pê neke.'
    Salih Muslim û Stephan De Mistura hevdîtinekî bi dizî pêk anîne
    Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye
    Nameya pirsgirêka kurdan gihîşt De Mistura
    Etîketan:
    Grûbên Mixalif, Hikumeta Sûriyeyê, Hevdîtinên Cenevreyê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura, Cenevre, Swisra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de