22:11 17 Tebax 2017
Zindî
    Koşka Spî li Waşingtonê

    MUSIL - Amerîkayê ji bo operasyonê biyar da!

    © Fotolia/ jiawangkun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1461 0 0

    Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ragihand ku, hindek ma operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di konfransa rojnamevanî ya li Bexdayê de derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê de agahî dan.

    Brett McGurk di civînê de wiha got:"Hêzên Pêşmerge êrişî navendên DAIŞê dikin. Demek kurt maye operasyona Mûsilê dest pê bike. Operasyonekê tevliheve, lê plana wê ya leşkerî baş hatiye amadekirin."

    McGurk diyar kir heger Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bixwaze hêzên bejayî yên Amerîkayê beşdarî operasyona Mûsilê bibin û got, nemimkûn e Bexda qebûl neke leşkerên Erebistana Siûdî derbasî axa Iraqê bibin."

    Artêşa Iraqê hejmareke zêde ya hêzên leşkerî şandiye navçeya Mexmûrê li Başûrê bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û ew yek wek amadekariyên lidarketina operasyona kontrolkirina Mûsilê tê zanîn.

    Bajarê Mûsilê ji 10ê Tebax a sala 2014ê ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Dibe DAIŞ êrişê Ewropayê bike'
    Amerîka: ‘Dibe Rûsya hevbendên me ji destên me derxîne'
    Rojnamevanê almanî: ‘Dibe Amerîka Sûriyeyê bike 4 an jî 5 perçeyan'
    Amerîka li dijî Rûsyayê mezaxtina leşkerî zêde dike
    Amerîka, dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Pêşmerge, DAIŞ, Heyder Ebadî, Brett McGurk, mexmûr, Mûsil, Amerika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de