13:04 21 Tebax 2017
Zindî
    Baregeha Hmeymîma Lezqiyeyê

    NATO: ‘Rûsya li Sûriyeyê kete pêşiya hevpeymanê'

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Kovara Focus a almanî di hejmara dawî de ragihand ku NATO ji Rûsyayê zêdetir balafir şandine Sûriyeyê, lê operasyonên Rûsyayê ji yê NATOyê serkeftîtir in.

    Navenda Nûçeyan — Kovara Focus a almanî di hejmara dawî de ragihand ku NATO ji Rûsyayê zêdetir balafir şandine Sûriyeyê, lê operasyonên Rûsyayê bi saya pîlotên kêrhatî ji yê NATOyê serkeftîtir in.

    Li gorî Focusê ku nivîsa xwe spartiye raporteke veşartî ya pisporên NATOyê, 40 balafirên rûsî ku li baregeha Lezqiyeyê ne rojane 75 sortiyan dikin û hercarê jî çeperên DAIŞê îmha dikin. Yên NATOyê 180 balafir e rojane tenê 20 êrişan pêk tîne.

    Rûsya, bi SU-35an ferqê derdixîne peş

    Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Rûsya, li Sûriyeyê teknolojiya nûjen bi kar tîne. Moskova 4 balafirn şer ên SU-35 şandin Lezqiyeyê û li gorî pisporan ev balafir ji gelek hemtayên xwe yên dewletên rojavayî çêtir e. Wekî din Rûsya li Sûriyeyê xwediyê îstîxbarateke baş e, ji hemû hêlan agahiyên îstîxbarî werdigre. Her çikas siyasetmedarê ewropî dibêjin Rûsya êrişî sivîlan dike û wan dikuje,tu zanîneke ku Rûsyayê li sivîlan daye di raporta NATOyê cih negirtiye.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê NHB ket
    Sûriye : ‘Em nahêlîn DAIŞ û El Nûsra tev li agirbestê bibin'
    Sûriye: ‘Yên ku riayetî agirbestê nekin em ê wan terorîst qebûl bikin'
    Sûriye: ‘Tu pirsgirêkên me bi kurdan re tunene'
    Tirkiye, ji bo ku li Sûriye operasyona bejayî bike li behaneyan digere
    Etîketan:
    Kovara Focus a almanî, Grûbên Terorîst, DAIŞ, Hêza Hewayî yê Rûsyayê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Lezqiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de