19:52 18 Hezîran 2018
Konstantîn Yaroşenko

Pîlotê rûsî: ‘Di girtîgeha Amerîkayê de rastî îşkenceyê hatim'

© Foto : Konstantin Yaroshenko's lawyer
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Pîlotê rûsî Konstantîn Yaroşenko di 2010an de li Liberyayê bi tometa qaçaxiya tiryakê hate binçavkirin û ji terefê dadgehê ve 20 sal cezayê girtîgehê jê re hat birîn.

Navenda Nûçeyan — Pîlotê rûsî Konstantîn Yaroşenko di 2010an de li Liberyayê bi tometa qaçaxiya tiryakê hate binçavkirin û ji terefê dadgehê ve 20 sal cezayê girtîgehê jê re hat birîn. Yaroşenko, piştî ku ez hatin binçavkirin rastî îşkencê hatim û berpirsên amerîkî xwestin vê bin cil bikin.

Pîlotê rûsî Konstantîn Yaroşenko di hevpeyvîna xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku di meha rêbendanê de li eyaleta New Jerseya Amerîkayê min operasyoneke tendirustî derbas kir. Operasyona min nebaş derbasbû û piştî ez ji bandora anesteziyê derketim, gardiyana ez rasterast birim girtîgehê û kîlometroyekê ez bi rê ve meşandim.

Dîtina min ya bijîşkê NY hat astengkirin

Yaroşenko di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Girtîgeha ku ez li dimam dîtina min bi bijîşkê Neteweyên Yekbûyî re hate qedexekirin. Ji aliyê din ve piştî ku ez li Liberyayê hatim ji terefê ajansên tekoşîna tiryakê rastî îşkenceyê hatim û piştî îşkenceyê alîkariya tendirustî nehat kirin. Ma qey mafê min tuneye, ma qey ez ne însan im. Ez hêvî dikim li hemberî vê îxlalkirina mafê min Rûsya dê Amerîka û Liberyayê berpirsyar bibîne.'

Bi heman mijarî:

Amerîka: ‘Dibe Rûsya hevbendên me ji destên me derxîne'
Rojnamevanê almanî: ‘Dibe Amerîka Sûriyeyê bike 4 an jî 5 perçeyan'
Amerîka li dijî Rûsyayê mezaxtina leşkerî zêde dike
Amerîka, dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kir
Amerîka: Em li piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin!
Etîketan:
Hikumeta Liberyayê, Ajansa tekoşîna dijî tiryakê, Kujerê pîlotê rûsî, Konstantîn Yaroşenko, Liberya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de