21:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Tankên Rûsyayê

    Amerîka: ‘Dibe Rûsya hevbendên me ji destên me derxîne'

    © AFP 2018/ YURI KADOBNOV
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Hêza Hewayî yê Amerîkayê li Ewropayê General Frank Gorenc diyar kir ku em Rûsyayê cidî digrin û ji bo ku dibe Moskova bi hevbendên me re dest bi hevkariyên leşkerî bike.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Hêza Hewayî yê Amerîkayê li Ewropayê General Frank Gorenc diyar kir ku em Rûsyayê cidî digrin û ji bo ku dibe Moskova bi hevbendên me re dest bi hevkariyên leşkerî bike, lewma Rûsya di metirsiyê de ji bo me di rêza yekemîn de ye.

    Divê em jetên F-35 bişînin Ewropayê

    Frank Gorenc di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Moskova ji ber gengeşiya wê ya bi NATO re dê geşepêdanên zêde li parastinê bike û wê stratejiya gihandina hinek herêman asteng bike. Ji bo vê divê em jetên F-35 yên nifşa nû bişînin Ewropayê.'

    Prosedora erêkirina Amerîkayê pir giran e

    Gorenc di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Dibe Amerîka dewletên ku çekan difroşe wan jî bi destê Rûsyayê ve berde. Li Amerîkayê prosedora îxrackirina çekan pir giran e. Heke hevbendên Amerîkayê, teknolojiya leşkerî ya Rûsyayê bi kar bînin, li wan welatan pêk anîna tetbîqatan dê zahmet bibe.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê almanî: ‘Dibe Amerîka Sûriyeyê bike 4 an jî 5 perçeyan'
    Amerîka: Em li piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin!
    Rûsya: ‘Amerîka xeyalan dibîne'
    Amerîka: ‘Divê kurd bibin xwedan dewlet'
    Amerîka: ‘Dem hatiye ku Tirkiye ji NATOyê bê derxistin'
    Etîketan:
    Hêza Hewayî yê Amerîkayê li Ewropayê, Artêşa Rûsyayê, NATO, Frank Gorenc, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de