22:52 25 Hezîran 2018
Balafirxane

Îtalya: ‘li Tirkiyeyê bergiriya ewlehî tuneye'

© Sputnik / RIA Novosti
Cîhan
Lînkê kurt
0 04

Rêwiyên ku ji Tirkiyeyê çûn Îtalyayê li balafirxaneya Romayê bi sedema ku li Tirkiyeyê bergiriya ewlehî tuneye hetanî li çenteyê wan geriyan.

Roma, avahiya Parlementoya Îtalyayê
© AFP 2018 / Filippo Monteforte
Navenda Nûçeyan — Rêwiyên ku ji Tirkiyeyê çûn Îtalyayê li balafirxaneya Fiumicinoya Romayê bi sedema ku li Tirkiyeyê bergiriya ewlehî tuneye hetanî li çenteyê wan geriyan û ji cihazê x-rayê derbas kirin.

Rêwiyên Balafira TK1861 ya Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê li balafirxaneya Fiumicinoya Romayê ya Îtalyayê hetanî çenteyê wan hat gerîn û ji x-rayê hatin derbaskirin. Rêwiyan aciziya xwe nişandan lê polêsê îtalyayî di bersivdayîna rêviyan de got: ‘ Li balafirxaneya welatê ku hûn jê tên bergiriya ewlehî tuneye lewma em vê dikin.'

Rêwiyên tirkî li hemberî vê sepanê nerazîbûna xwe nişandan lê polêsê îtalyayê got, yê tev li vê nebe em wan nagirin kontrola pasaportê.

 

 

Bi heman mijarî:

Kurdan li Îtalya û Fînlandiyayê dewleta tirk protesto kir
Îtalya: ‘Em ê tîmeke leşkerî ya din jî bişînin Kurdistanê’
Îtalya: 'Em ê pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bikin'
Îtalya jî balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike
Îtalya li Kurdistanê kargeha berhemên zeytûnan vedike
Etîketan:
Balafirxaneya Fiumicino, Îtalya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de