12:56 25 Hezîran 2018
Vladimir Pûtîn

Generalê amerîkî:‘Her siyasetmedar dixwaze bibe wekî Pûtîn'

© Sputnik / Alexei Druzhini
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dîrektorê Ajansa Îstîxbaratê ya Parastina Amerîkayê (DIA) General Vincent Stewart ragihand ku her siyasetmedar dixwaze bibe wekî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn.

Navenda Nûçeyan — Dîrektorê Ajansa Îstîxbaratê ya Parastina Amerîkayê (DIA) General Vincent Stewart ragihand ku her siyasetmedar dixwaze wekî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştgiriyê ji gel wergire.

Generalê amerîkî Vincent Stewart di Meclîsa Nûnerên Amerîkayê de axivî û got: ‘Dibe operasyonên leşkerî û rewşa aborî li ser Rûsyayê aciziyê çêbike, lê dema em li piştgiriya gel ya Pûtîn temaşe dikin herkes dixwaze wekî Pûtîn bibe xwediyê vê rûmetê.'

İnsan Pûtîn wekî serokekî bi hêz dibînin

Stewart di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Niha li Rûsyayê pirsgirêkên ekonomîk û demografik hene, lê xuyaye Pûtîn hetanî dawiyê wê li ser kursiyê serokatiyê be. Ji bo ku rûsî Pûtîn wekî serokekî bi hêz dibînin û tenê bi vê hêzbûnê dikare li hemberî dewletên rojava cihê xwe bigre.'

Piştgiriya gelê Rûsyayê ya ji bo Pûtîn di du salên dawî de derketiye ji sedî 80î. Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolîna Raya Giştî ya Rûsyayê VTSIOMê ya payîza sala 2015an piştgiriya gelê Rûsyayê ya Pûtîn derketiye dora 87-88an.

Bi heman mijarî:

Amerîka, dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kir
Amerîka: Em li piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin!
Rûsya: ‘Amerîka xeyalan dibîne'
Amerîka: ‘Divê kurd bibin xwedan dewlet'
Amerîka: ‘Dem hatiye ku Tirkiye ji NATOyê bê derxistin'
Etîketan:
Vladimîr Pûtîn, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, Navenda Lêkolîna Raya Giştî ya Rûsyayê VTSIOMê, Dîrektorê Ajansa Îstîxbaratê ya Parastina Amerîkayê (DIA), Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Vincent Stewart, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de