09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    Helîkopter

    Dewleta Îtalyayê 8 balafir û leşkeran dişine Herêma Kurdistanê

    © Foto: Igor Dvurekov.
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Îtalyayê ragihand ku 8 balafir û helîkopterên şer dê bişînin Hewlêrê û li wir bi cih bikin.

    avenda Nûçeyan - Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pinotti di daxuyaniyekê de ragihand ku, hikûmeta Îtalyayê dê di çend rojên pêş de 4 helîkopterên cure Mangosta A-129 û her wiha 4 balafirên veguhastinê yên cure NH90 bişîne Herêma Kurdistanê.

    Roberta Pinotti got, ew balafirên Îtalya dê di van demên nêzîk de li bajarê Hewlêrê werin bi cih kirin. Armanc ji şandina wan balafiran, beşdarî di şer û operasyonan, her wiha proseyên lêgerîn û rizgarkirinê de û parastina wan karmend û karsazên Îtalyayê ye ku niha bo nûjenkirina Bendava Mûsilê li Iraqê kar dikin.

    Wezîra Parastinê ya Îtalyayê destnîşan kir, di çarçoveya alîkariyên leşkerî yên bo Iraqê û rûbirûbûna DAIŞê de, dê 130 leşkerên Îtalî bişînin Iraqê.

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer destnîşan kir ku Wezareta Pêşmerge pêşwazî li wê biryara Wezareta Parastinê ya Îtalyayê dike û pêştir jî, Herêma Kurdistanê ji biryara şandina wan balafiran bo Hewlêrê agahdar kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Balafir ket otobanê
    Kurdan li Îtalya û Fînlandiyayê dewleta tirk protesto kir
    Îtalya: ‘Em ê tîmeke leşkerî ya din jî bişînin Kurdistanê’
    Îtalya: 'Em ê pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bikin'
    Îtalya jî balyozxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike
    Dewleta Îtalya 450 leşkerî dişîne Bendava Mûsilê
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Parastinê ya Îtalyayê, Cebar Yawer, Roberta Pinotti, Hewlêr, Kurdistan, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de