06:34 24 Çile 2018
Zindî
    Noam Chomsky ji Radio Sputnikê re axivî

    Chomsky: ‘Tirkiye hewl dide ku êrişî kurdan bike'

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fîlozof û fîlologê amerîkî Noam Chomsky ji Radio Sputnikê re axivî û derbarê bûyerên li Rojhilata Navîn, DAIŞ, polîtîkayên dewleta tirk a li dijî kurdan de nirxandinên xwe anî ziman.

    Noam Chomsky ragihand ku sedema derketina holê uya DAIŞê ji hêla Amerîkayê ve dagirkirina Îraqê ye. Chomsky anî ziman ku mudaxaleya leşkerî ‘pevçûnên mezhebî û di dawiyê de hovitiya DAIŞê' derxist holê.

    Chomsky destnîşan kir ku çawa rêxistinên terorî ên dinê bi mudaxaleyên leşkerî tune nabin DAIŞ jî tune nabe û got: ‘Eger têkoşîna tê dayîn li dijî bingehên wê rêxistinê nebe û bi vî awayî were tunekirin, wê dewsa wê de hovîtiyeke hêj mezintir derkeve holê.

    ‘Tirkiye hewl dide ku êrîşî gelê kurd bike'

    Akademîsyenê amerîkî ragihand ku Tirkiye bi awayekî vekirî pere dişîne ji DAIŞê re û dîsa bi heman awayî piştgiriyê dide El Nusrayê. Comsky diyar kir ku mutefîkên Amerîkayê yên Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatar piştgiriyê didin komên terorîst û got: ‘Armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku êrişî kurdan bike. Bi awakî fermî nebe jî di pêkanînê de Tirkiye ji DAIŞê re pere şand. Erebistana Siûdî û Qatar jî piştgiriyê didin El Nusrayê. Herwiha Tirkiye jî piştgirî dide El Nusrayê.'

    ‘Komên terorî êdî li her deverê dinyayê ne'

    Noam Chomsky operasyonên Amerîkayê ya piştî êrişên 11ê Cotmehê bi bîr xist û got: ‘Wê demê digotin ku komên terorîst li herêmeke piçûk ê Afganistanê ne. Niha li ku ne? Li her deverê dinyayê.'

    ‘Obama dagirkirinê ji ber xeletiya steratejiyê baş nabîne'

    Comsky got: ‘Obama Ji ber îşqalkirina welatekî din an jî îxlalkirina mafên navneteweyê na, ew ji ber xeltiya stratejiyê ew dagirkirna Îraqê baş nabîne.' û wiha berdewam kir:

    ‘Ji perçekirina welatekî, kuştina bi hezaran mirovî, koçkirina bi milyonan însanî, destpêkêkirina şerekî mezhebî na, ji ber xeletiyeke stratejîk îtirazê dike.'

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînor şer derket: Leşkerek hatiye kuştin
    Li Wanê sewqiyata leşkerî
    Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJê hatin eşkerekirin
    Li Amedê teqîn: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    kurd, El Nusra, DAIŞ, Barack Obama, Noam Chomsky, Erebistana Siûdî, Qeter, Sûrî, Amerika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de