02:46 19 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Newsweek: ‘Dûr an jî nêzîk Kurdistan dê ava bibe’

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara amerîkî ya Newsweekê derbarê şer û pevçûnên li Sûriyayê de raportek weşand û diyar kir ku li Rojhilata Navîn peymaneke nû ya Sykes-Picotê amade dibe û dewleta kurdî dûr an jî nêzîk dê ava bibe.

    Navenda Nûçeyan — Kovara Newsweekê ragihand ku li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê dike û bal kişand hinek senaryoyên siyasî.

    Raporta Newsweekê diyar kir ku Tirkiya dê ziyanê bibîne û got: ‘Erdogan van rojên dawîn hewl dide ku hegemonyaya Tirkiyayê xurt bike; lê şerê wî yê li dijî kurdên Rojava dê ziyanê bigihîne xewna wî. Hemû liv û tevgerên wî ji ber wê tirsê ye ku herêmeke kurdî pêk neyê.’

    Raport kurdan wekî mutefiqê herî baş ê Amerîkayê bi nav dike, dibêje ku Rûsya û Îsrayîl jî piştgiriyê didin hêzên kurd û van tesbîtên balkêş tomar dike: ‘Ev guherînên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku kurd di pêvajoya dîrokî de rastî zilm û bêedaletiyeke mezin hatine. Ji ber ku îro li ser rûyê cîhanê gelê herî mezin ê bêdewlet tenê kurd in.’

    Newsweek derbarê dewleta kurdî de pêşbîniyeke wiha pêşkêş dike: 'Kurd dûr an jî nêzîk dê dewleteke serbixwe ava bikin. Heke gelên Kosova û Sûdana Başûr dikaribin welatên xwe bi rê ve bibin çima kurd serbixwe nebin? Divê bê zanîn ku piştî damezrandina dewleta kurdî hinek nakokî û tifaqên nû dê derkevin holê. Bi taybetî jî dewletên Îran û Tirkiyayê dê peymanên nû girêdin ku Kurdistana mezin pêk neyê. Ji ber ku piraniya gelheya kurd di van her du welatan de dijî. Di navbera alîgirên Esad û kurdên Rojava de jî dibe ku şerekî biçûk pêk were.’

    Bi heman mijarî:

    Mehmet Tunç û birayê wî hatin definkirin
    Amerîka li dijî Rûsyayê mezaxtina leşkerî zêde dike
    Leyla Ebdulah: ‘Bila mijara referandûmê nekeve mezada siyasî’
    Li Dêrsimê operasyona leşkerî
    Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
    PAK: ‘Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir’
    Etîketan:
    gelheya kurd, nakokî û tifaqên nû, damezrandina dewleta kurdî, dewleta serbixwe, dewleta kurdî, gelê herî mezin ê bêdewlet, zilm û bêedaletî, pêvajoya dîrokî, guherînên li Rojhilata Navîn, tesbîtên balkêş, hêzên kurdan, mutefiqê herî baş ê Amerîkayê, herêma kurdî, liv û tevger, şerê li dijî kurdên Rojava, hegemonyaya Tirkiyayê, senaryoya siyasî, serdema nû, Rojhilata Navîn, kovara Newsweekê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de