23:59 19 Nîsan 2018
    Mela Mistefa Barzanî

    HINDISTAN - Peykerê Mela Mistefa li kêleka Gandî û Mandela tê danîn

    © Foto: KDP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya BasNewsê, peykerê rizgarîxwazê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî dê li muzexaneyeke Hidistanê were danîn.

    Delhiya Nû — Rêveberê merasîma danîna peykerê Mistefa Barzanî Hekar Findî ji Hindistanê wiha ragihand: ‘Dê îro 1 Adarê piştî nîvro li hotêla Ovro ya Mombayê merasîma rakirina perdeyê ji ser peykerê Barzanî bi rê ve biçe.’

    Hekar Fendî eşkere kir ku peykerê Barzanî ji aliyê xwendevanekî kurd ê bi navê Celal Ehmed ku li Hindistanê dixwîne hatiye saz kirin û sibehê dê li muzexaneya Wakis a li Mombayê were danîn.

    Findî derbarê merasimê de wiha got: ‘Li vê muzexaneya ku dê peykerê Barzanî bê danîn, peykerê Rêberê Serxwebûna Hindistanê Gandî, peykerê Nelson Mandela û gelek kesayetên din hene. Wezîrê Navxweyî yê Hindistanê, Parlementarên Brîtanyayê û çend rayedarên Hindistanê û revenda kurdî jî dê beşdarî vê merasîmê bibin.’

    Hêjayî gotinê ye ku peykersaz Celal Ehmed ev peyker wekî semboleke kurdî ji mûmê saz kiriye ku Mistefa Barzanî li ser piyan û bi cil û bergên kurdî rawestiyaye.

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: Rûsya, Esad û PKKê bi hev re îtifaq kirine
    Baroya Stenbolê: Erdogan bi daxuyaniyên xwe sûc dike'
    Ruhanî ji gel re: ‘Gavên we yên zîrek pîroz dikim’
    Komkujî: Li gundê tirkmenan bi dehan kes hatin qetilkirin!
    Li navçeya Sûrê teqînên dijwar!
    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Etîketan:
    cil û bergên kurdî, sembola kurdî, peykerê Mela Mistefayê Barzanî, muzexaneya Wakis a li Mombayê, merasîma rakirina perdeyê ji ser peykerê Barzanî, merasîma danîna peykerê Mistefa Barzanî, Hekar Fendî, Hindistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de