09:18 27 Nîsan 2018
    Alaya YPG

    Guardian: ‘Divê Erdogan bi YPGê re li hev bike'

    AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Guardiana brîtanî di nivîsa ser navê ‘ji bo parastina Sûriyeyê, Tirkiyeyê ji çav dernexin' de ragihand ku divê Erdogan bi hevalbendê xwe yên dewletê rojavayî re tevbigere û ji bo aştiyê divê bi PKKê re dest bi hevdîtinan bike.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Guardiana brîtanî di nivîsa Jean Marie Guehenno ya bi ser navê ‘ji bo parastina Sûriyeyê, Tirkiyeyê ji çav dernexin' de ragihand ku divê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi hevalbendê xwe yên dewletê rojavayî re tevbigere û ji bo aştiyeke mayînde divê bi PKKê re dest bi hevdîtinan bike.

    Jean Marie Guehenno di gotara xwe ya Guardianê de diyar kir ku digel hemû astengiyan jî Tirkiye ji hêla jeopolîtîk û di mêzana Rûsya, Ewropa û Rojhilata Navîn de hêmanê girîng e. Tirkiye, di nava 57 welatên misilman de, welatekî ku ekonomiya wê bi peş ketiye, laîk û demokratîk e.

    Divê Tirkiye, bi PKKê û YPGê re li hev bike

    Guehenno di berdewamiya gotara xwe got: ‘ Divê Erdogan bi hevkarên xwe yên ewropî re tevbigere û ji bo aştiyeke mayînde gerek bi PKKê re dest bi hevdîtinan bike û bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re rasterast li hev bike. Li hemberî vê jî divê Ewropa ji bo aştiyê bangî PKKê, ji bo şer û pevçûnan wê hişyar bike. Şerê Sûriyeyê her diçe dibe trajedi, di van bahozên coxrafî de Tirkiye û dewletên rojava di nava heman botê de ne.

    Bi heman mijarî:

    The Guardian: ‘Dibe ku Kurdistana Yekbûyî ne xeyal be'
    Tedrîbatên ûkraynî-amerîkî ` Fearless Guardian-2015 ` destpêdikin
    Rojnameya Swîsrayê: ''Welatê ku herî zêde çekan dide DAIŞê Tirkiya ye''
    Rojnameya bulgarî: ‘Sedema krîza Bulgaristan û Tirkiyayê Bilal Erdogan’
    Rojnameya îngilîzî: ‘Li Sûriyeyê 470 hezar kes hatine kuştin'
    Etîketan:
    Erdogan, PKK, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Dewleta Tirkiyeyê, Rojnameya Guardian, Jean Marie Guehenno, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de