23:04 20 Nîsan 2018
    Nêçîrvan Barzanî û Patrick Simonnet

    YE: ‘Mezintirîn gefa li pêşberî Kurdistanê qeyrana darayî ye’

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û şandeyeke YEyê roja duşemê (29.02.2016) hat serdana Nêçîrvan Barzanî û di civîna dualî de mijarên wekî pêwendiyên Kurdistan-YE, şerê li dijî DAIŞê, êwirandina koçber û penaberan, qeyrana darayî hatin rojevê.

    Hewlêr — Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Patrick Simonnet di destpêka hevdîtinê kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê nîşan da.

    Simonnet ji bo alîkarî û hevahengiyê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku YE ji nêzîk ve haydarê rewşa Herêma Kurdistanê ye.

    Balyozê Yekîtiya Ewropayê, ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞê û êwirandina hejmareke zêde ya penaber û koçberan pesna rola gel û Hikûmet û Pêşmergeyê Kurdistanê  da.

    Patrick Simonnet eşkere kir ku piştî serdana Herêma Kurdistanê têgihiştiye ku mezintrîn gefa li pêşberî Kurdistanê qeyrana darayî ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê hişyarî da: ‘Neçin bajarên kurdan'
    Rûsya: ‘Ev çar roj in li Sûriyeyê em mixalifan bombebaran nakin'
    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin
    Ewlehiya Stenbolê 22 hezar polêsî dişîne bajarên kurdan
    Li Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn
    Etîketan:
    mezintrîn gefa li pêşberî Kurdistanê, rola gel û Hikûmet û Pêşmergeyê Kurdistanê, êwirandina hejmareke zêde ya penaber û koçberan, alîkarî û hevahengî, têkiliyên Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê, şerê li dijî terorîstên DAIŞê, qeyrana darayî, Yekîtiya Ewropayê (YE), Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Patrick Simonnet, Nêçîrvan Barzanî, Yekîtiya Ewropayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de