12:08 24 Çile 2018
Zindî
    Berdevkê wezareta karên derve a Amerîkayê John Kirby

    Ji Amerîkayê daxuyaniya Sûriyeya federal

    © AFP 2018/ MANDEL NGAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby bersiv da daxuyaniyên Sergey Ryabkov ku gotibû ‘heke beşdarên Cenevreyê erê bikin dibe modela federaliyê li Sûriyeyê têkeve meriyete.'

    Washîngton - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîna çapemenî de bersiv da daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ku gotibû ‘heke beşdarên Cenevreyê erê bikin dibe modela federaliyê li Sûriyeyê têkeve meriyetê' û got: ‘Niha hedefeke me wiha tuneye.'

    Kirby di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Peymana agirbestê, bi teyabetî li Şamê û li başûrê wê baş diçe û tundî kêm bûye, lê hê jî nûçeyên pevçûnan tên û bi awayekî cidî em van dişopînin. Rasterast ji Rûsyayê û ji hêza wezîfedar ya Cenevreyê em agahiyan distînin.'

    Di plana Byê de hê biryara dawî nehatiye dayîn

    John Kirby di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Hê jî di plansaziya Byê de biryara dawî nehatiye dayîn. Heke bijarteyên siyasî ji bo çareseriyê têk herin em dikarin li ser alternatîfên din bifikirin. Hedefa me li Sûriyeyê ne dewleteke federal e û hûn dikarin li daxuyaniyên me yên borî temaşe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, dest bi perwerdekirina 5 hezar Pêşmerge kir
    Amerîka: Em li piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin!
    Rûsya: ‘Amerîka xeyalan dibîne'
    Amerîka: ‘Dem hatiye ku Tirkiye ji NATOyê bê derxistin'
    Amerîka: ‘Heta ku Esad li Sûrîyayê li ser kar be...
    Etîketan:
    Sergey Ryabkov, Hevdîtinên Cenevreyê, Wezareta Derve yê Amerîkayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, John Kirby, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de