12:26 24 Çile 2018
Zindî
    Koşka Spî

    Amerîkayê hişyarî da: ‘Neçin bajarên kurdan'

    © Flickr/ dannymac15_1999
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Amerîka bang li welatiyên xwe yên ku li Tirkiyayê ne ji ber şer û pevçûnên li bajarên kurdan bi hemû dijwariya xwe dewam dike hişyarî da ku neçin wan bajaran.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê, di daxuyaniyekê de bangê welatiyên amerîkî yên ku dixwazin serdana Tirkiyeyê bikin û yan jî ku niha li Tirkiyeyê ne kir: ‘Ji bajarên kurdan dûr bisekinin.'

    Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku li Tirkiyayê li deverên ku şer û pevçûn dewam dikin bi taybetî jî bajarên kurdan ji bo welatiyên amerîkî xetereye û bila welatiyên wan neçin van herêman.

    Daxuyaniya Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê de hat gotin ku bajarên: 'Hatay, Kilîs, Dîlok, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg û Bêdlîs ne aram in û ji ber wê yekê jî nabe welatiyên amerîkî serdana wan herêman bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Norşîna Bedlîsê 5 endamên DBPê hatin binçavkirin
    Li Cizîrê qedexeya derketina derve tê rakirin
    Li Stenbolê bi helîkopteran operasyona binçavkirinê
    Li Êlihê êrişa çekdarî
    Cizîra Şirnexê ji ber şer û pevçûnan wêran bûye
    Etîketan:
    amerîkî, xetere, bajarên kurdan, Daxuyanî, hişyarî, şer û pevçûn, Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de