01:40 22 Gulan 2018
    Sergey Lavrov û John Kerry

    Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin

    © AFP 2018 / SERGEI KARPUKHIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di hevdîtina hemkarê xwe yê almanî Frank Walter Steinmeier de mijara peymana agirbesta Sûriyeyê nirxand.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di hevdîtina hemkarê xwe yê almanî Frank Walter Steinmeier de mijara peymana agirbesta Sûriyeyê nirxand û got: ‘ Dibe ku alîgir agirbestê îxlalbikin, lê ev îxlal ne di asta ku em agirbestê biqedînin de ye. Em ê şopa hemû îxlalan bişopînin û ji bo ku ev agirbest bi ser bikeve tiştê ji destê me were em ê bikin.

    Divê agirbest berdewam be

    John Kerry di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Armanca me ne ku em agirbestê biqedînin, divê em rêyên ku li ser lingan bihêlin peyda bikin. Her wiha min di axaftina xwe ya digel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de jî got, em di mijara peymana agirbestê de li pêşberî raya giştî nakevin nîqaşan û di vê mijarê de me li hev kir.'

    Pentagon, hevdîtinên ewlehî yên nû bi Rûsyayê re hene

    Di vê navberê de Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Peter Cook ragihand ku Amerîka û Rûsya, li ser mijara ewlehiyê hevdîtinên nû dike. Di dema operasyonên Sûriyeyê de ji bo ku qezayên neyên xwestin çênebin Pentagon û berpirsên Wezareta Parastinê yên Rûsyayê hevdîtinên bergiriyê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Mixalifên civîna Riyadê: ‘Agirbest bêyî ku dest pê bike qediya'
    Rûsya: ‘Mixalifên nerm û grûbên terorîst çend caran agirbest îxlal kirin'
    Tirkiye bi êrişa Girê Spî, agirbest îxlal kir
    ‘Rûsya nebûya li Sûriyayê agirbest pêk nedihat’
    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest ji bo terorîstan derbas nabe'
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Frank Walter Steinmeier, Wezareta Parastinê yê Amerîkayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Wezareta Derva ya Amerikayê, Peter Cook, John Kerry, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de