00:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Patrick Cockburn: ‘Dawî li DAIŞê tê'

    © Foto: AP Photo/ File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Independenta brîtanî Patrick Cockburn, di gotara xwe de ragihand ku bi saya operasyonên Rûsya û koalisyona Amerîkayê li sûrî êdî dawî li DAIŞê tê.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskarê rojnameya Independenta brîtanî Patrick Cockburn, di gotara xwe de ragihand ku bi saya operasyonên Rûsya û koalisyona di pêşengiya Amerîkayê de li Sûriyeyê êdî hêdî hêdî dawî li rêxistina terorîst ya DAIŞê tê.

    DAIŞ, ji hêla aborî û leşkerî ketiye xeteriyê

    Patrick Cockburn di berdewamiya gotara xwe de got: ‘ Di dawiyê de wê DAIŞ were tunekirin. Ji bo ku DAIŞ, li Iraq, Sûriye û li alema Îslamî û ji terefê dijminên xwe wê rastî zoriyên giran tê. Hinek kesên ku li Mûsilê xwe ji destê rêxistina terorîst azad dikin dibêjin, DAIŞ ji hêla leşkerî û aborî ve gelekî di xeteriyê de ye. Lewma bingeh û îdareya ekonomîkî ya rêxistinê tim tê bombebaran kirin û di warê sûc û gendeliyê de her roj tiştên nû derdikevin.'

    Kurd bi fikar in

    Li gorî Cockburg kurd bi fikar in, ji bo ku kurdan deskevtiyên ku di şerê DAIŞê bi dest xistin, piştî têkçûna DAIŞê rîska ji dest çûna deskeftiyan heye. Kurd, bi piştgiriya hêza hevpeyman û Amerîkayê di pozîsyoneke gelekî xurt de ne niha. Lê hêzên kurd di fikarê de ne û li rewşa xwe ya piştî têkçûna DAIŞê difikirin.

    Bi heman mijarî:

    INDEPENDENT: 'Daketina nirxê petrolê û DAIŞ xewa kurdan diherimînin'
    Independent: ‘Xeyalên Erdogan yê neoosmanî bi avê de çûn'
    Rojnameya Swîsrayê: ''Welatê ku herî zêde çekan dide DAIŞê Tirkiya ye''
    Rojnameya bulgarî: ‘Sedema krîza Bulgaristan û Tirkiyayê Bilal Erdogan’
    Rojnameya El Heyat: ‘Barzanî ji bo referandûmê bi biryar e'
    Etîketan:
    Hêza Hevpeyman, rojnameya Independentê, DAIŞ, Patrick Cockburn, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de