18:47 15 Kanûn 2017
Zindî
    Con kerry

    Amerîkayê hejmara çekên ji Pêşmerge re şandî eşkere kir

    © REUTERS/ Eric Vidal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Washington Post a Amerîkayê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh di civîna Kongreya Amerîkayê de rêjeya alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Hêzên Pêşmerge eşkere kiriye.

    Washington – John Kerry li pêşberî nûnerên Kongreya Amerîkayê axivî û got: ‘Me ji Hêzên Pêşmerge re gelek çek û teqemenî şandine û di pêşerojê de em ê çek û teqemeniyên zêdetir jî bişînin.’

    Kerry derbarê cureyên çekên ku ji hêzên Pêşmerge re şandine ragihand ku: “Me heta niha 6 milyon fîşengên çekên sivik, 41 hezar narincok, 115 hezar guleyên hawinan, 60 hezar guleyên roketên tankşikên, zêdetirî 65 hezar roketên RPG û 45 hezar çekên sivik û giran ji Hêzên Pêşmerge şandin. Di nava van çek û teqemeniyan de sîstemên antî-tank û çekên bi kalîbreyên mezin jî hene.’

    Kerry herwiha daxuyand ku Amerîkayê 150 otomobîlên leşkerî, ambulans û wesayitên pûçkirina mayinan ji Pêşmerge re şandine.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê berdewamiya alîkariyan de jî wiha got: ‘Alîkariyên ji bo Hêzên Pêşmerge wê berdewam bikin û di demeke nêzîk de em dê 5 milyon fîşengên çekên otomatîk jî ji Pêşmerge re bişînin.’

    Bi heman mijarî:

    Li Bakirkoyê metirsiya wesayîta bi guman
    Yakiş: ‘Xeyalperest dixwazin vegerin Împaratoriya Osmanî'
    Ayşegul Dogan: Weşan ji hêla Turksatê ve hat birîn!
    CHP: ‘Tirkiye, piştgiriya çekan dide grûbên radîkal yên Sûriyeyê'
    Kurdên Ewropayê dewleta Tirkiyeyê protesto kir
    Walitiya Amedê ji bo kurdên Sûrê banga dawîn ragihand
    Etîketan:
    çekên otomatîk, wesayitên pûçkirina mayinan, otomobîlên leşkerî, çekên bi kalîbreyên mezin, sîstemên antî-tank, çekên sivik û giran, roketên RPG, guleyên roketên tankşikên, guleyên hawinan, narincok, fîşengên çekên sivik, hejmara çek û teqemeniyên ji Pêşmerge re şandî, çek û teqemenî, Hêzên Pêşmerge, Kongreya Amerîkayê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kerry, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de