18:15 21 Sibat 2018
Zindî
    Brîtanya

    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya herêma Kurdistanê Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker ragihandiye ku Brîtanya amade ye beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bike.

    Hewlêr – Îro (23.02.2016) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker li Pîrmamê pêşwazî kir.

    Di civîna Barzanî û Baker de serdana Barzanî ya li Almanyayê, hevdîtinên wî yên ligel serok û rayedarên cîhanê, qeyrana aborî ya Kurdistanê, pêşhateyên siyasî û ewlehiyê yên Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn, operasyona rizgarkirina Mûsilê û pêvajoya piştî rizgarkirinê hatin rojevê.

    Di beşeke civînê de Balyozê Brîtanî Baker daxuyand ku Brîtanya amade ye ku beşdarî çareserkirina qeyrana aborî ya Kurdistanê bibe û alîkariya teknîkî-pisporî bide Kurdistanê ku bi hêsanî ji krîza darayî derbas bibe.

    ​Baker ji bo çareserkirina qeyrana darayî ya pêşniyareke wiha li Barzanî kir: ‘London amade ye bi riya şêwirmendan û şandina tîmên teknîkî alîkariya Herêma Kurdistanê bike, da ku krîza heyî bi ser xwe re biavêje.’

    Bi heman mijarî:

    Nasnameyên 4 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
    Li Îzmîrê êrişî cendirmeyan kirin
    Welatiyê li benda ambulansê bû hate înfazkirin!
    Kurdistanî guh nadin qeyrana aborî: Ji bo avakirina mizgeftan 40 milyon dolar
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK û KCK hişyar kir
    Rûsyayê ji bo agirbestê li Sûriyayê navendek avakir
    Li Amedsporê cezayeke nû hate birîn
    Etîketan:
    bi riya şêwirmendan û şandina tîmên teknîkî, krîza darayî, alîkariya teknîkî-pisporî, çareserkirina qeyrana aborî ya Kurdistanê, pêvajoya piştî rizgarkirinê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşhateyên siyasî û ewlehiyê yên Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn, qeyrana aborî ya Kurdistanê, serok û rayedarên cîhanê, Mesûd Barzanî, Frank Baker, Kurdistan, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de