13:42 24 Hezîran 2018
Bombebaran

Erdogan dixwaze bi polîtîkaya Sûriyayê Osmaniyeke nû ava bike

© AP Photo /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Pispor û sîyasetnasa Enstituya Shafaqnayê Catherine Shakdam diyar kir ku polîtîkaya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ya Sûriyeyê ji bo armanca parastina berjewendiyên şexsî ye.

Navenda Nûçeyan — Pispor û sîyasetnasa Enstîtuya Shafaqnayê Catherine Shakdam derbarê rewşa Tirkiye û Sûriyeyê de bersivên ajansa Spûtnîkê dan, mijar nirxand û diyar kir ku polîtîkaya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya Sûriyeyê ji bo armanca parastina berjewendiyên şexsî ye.

Erdogan naxwaze rêxistina terorê têk bibe

Catherine Shakdam di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: ‘ Erdogan naxwaza terorîzmê biqedîne, terorîzmê li Sûriyeyê wekî çeka bêaramiyê bi kar tîne. Ji bo ku armanca wî avakirina Împaratoriyeke Osmanî nû ye. Rastiya ku îro em têde dijîn ev e.'

Operasyona Tirkiyeyê ya derveyê sînor ne rast e

Shakdam di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: ‘ Tirkiye dixwaze ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî operasyoneke bejayî li sînorê Sûriyeyê bike, lê ev ne rast e. Tirkiye û Erebîstana Siûdî bi vê operasyonê dixwazin împaratoriyên xwe û îxlalên hiqûqî yên navneteweyî meşru bikin. Tenê ji bo ku hûn di binê metirsiya terorê de ne, hûn nikarin vê êrişî asayî bibinin.'

Çima Tirkiye, wekî Rûsyayê nake?

Catherine Shakdam di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Rûsyayê 50 ton alîkariya însanî gihand Sûriyeyê. Madem Erdogan dixwaze piştgiriya sûrî bike, çima pêwendiyan bi Şamê re nadeyne? Çima wekî Rûsyayê ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevnagere? Di vê çarçoveyê de Erdogan piştgiriya welatê xwe nake. Lê Erdogan tenê jî namînê wê Siûdî piştgiriya wî bike. Her du welat jî dixwazin hêzên dewletên rojavayî tev li şer bikin. Ji bo ku lobiya Siûdî li Amerîkayê gelekî xurt e û kontrola berjewendiyên aborî yên Amerîkayê dike.

Bi heman mijarî:

Erdogan: ‘Terorî ji terefê kî were kirin terorî ye'
Medya almanî: ‘Erdogan ne bi DAIŞ û Esad re, bi kurdan re şer dike'
Obama ji Erdogan xwest êrişên ser YPGê bide sekinandin
Şêwirmendê Erdogan: ‘Li hemberî helwesta Amerîkayê dibe em Încîrlîkê bigrin'
Erdogan: ‘ Min bi Kirby re nekin muxetab, ez ê bi Obama re biaxivim'
Etîketan:
Enstîtuya Shafaqna, Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Catherine Shakdam, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de