11:21 23 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Şerê Sûriyeyê, rûreşiya dîroka çapemeniya Amerîkayê ye

© Foto : imc
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Rojnamevanê amêrîkî yê navdar Stephen Kinzer di gotara xwe Boston Globeyê de da xuyakirin ku çapemeniya Amerîkayê, rastiyên şerê Sûriyeyê berevajî dike.

Navenda Nûçeya — Rojnamevanê amêrîkî yê navdar Stephen Kinzer di gotara xwe Boston Globeyê de da xuyakirin ku çapemeniya Amerîkayê, rastiyên şerê Sûriyeyê berevajî dike. Çapemeniya Amerîkayê tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin, rasterast berevajî wê radigihîne û amerîkî derbarê şerê sûrî de ne xwedî agahî ne. Şerê Sûriyeyê, di dîroka çapemeniya Amerîkayê de wê wekî rûreşiyekê were bi bîr anîn.

Koalîsyon hêviya serkeftinê dike

Kinzer di berdewamiya gotara xwe de dibêje: ‘Amerîka, ji gelê xwe re wekî ku bi Îran û bi hikumeta Esad re şer dike dide nişandan û tê hêvîkirin koalisyona ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî û hêzên kurd û muxalifên nerm bi serkevin. Di gelek nûçeyan de bajarê

Helebê wekî ku ev 3 sal in hatiye rizgarkirin, lê îro dixwazin têxin nava rewşeke xirab tê nişandan, ev ne rast e û li herêmê hêza ku li dijî DAIŞê şer dike artêşa Sûriyeyê ye. Bajarê Helebê di dewrên dawî di bin dorpêça El Nûsra û rêxistinên terorîst yên ku Tirkiye û Siûdî piştgiriyê didin wan de ye.'

Nûçeyên derew dibe sedema dirêjbûna şer

Rojnamevanê amerîkî Stephen Kinzer di dirêjiya gotara xwe de bale dikşîne ser derewên şer û dibêje: ‘ Ji bo nûçeyên derew yên çapemeniya Amerîkayê ku ji rastiyê dûr in, ev derew şerê li Sûriyeyê dirêj die û îhtîmalên dibe sedema kuştina însanan.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Amerîka sendroma Stockholmê bi Sirbîstanê dide jiyandin'
Amerîka li Libyayê serokê DAIŞê bombebaran kir
Amerîka derheqê referandûma Kurdistanê de nêrînên xwe eşkere kir
Amerîka: ‘Divê em PYDê jî têxin nava hisaban'
Enstîtuya Waşîngtonê: 'Amerîka û Tirkiya ji pêwendiyên kurdî-rûsî ditirsin'
Etîketan:
El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Boston Globe, Beşar Esad, Stephen Kinzer, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de