18:05 24 Hezîran 2018
Li peravên Lîbyayê penaber di keştiyê de

Tirkiya navendeke bazirganiya mirovan e

© REUTERS / MOAS/Jason Florio
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya Deutsche Welle (DW) Rêxistina Polêsan a Ewropayê (Europol) bi raportekê eşkere kir ku Tirkiya bûye navendeke bazirganiya mirovan û bazirganên mirovan sala 2015an qezenceke neheq a bi qasî 6 mîlyar Euroyî bi dest xistine.

Navenda Nûçeyan — Serokê Europolê Rob Wainwright di nasandina raportê de bazirganiya mirovan wekî “li Ewropayê sektora sûckariyê ya herî zû berbelavbûyî” bi nav kir û çavkaniya sektorê jî penaberên sûriyayî nîşan da.

Recep Tayyip Erdogan
© Foto : AA/ Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
Raporta Europolê bajarên Stenbol û Izmirê wekî navendên bazirganiya mirovan nasandin û got: ‘Ji sala 2015an heta niha me bi qasî 12 hezar kesên sûcdar tesbît kirin. Şebekeya bazirganiya mirovan li Tirkiyayê ye û bi destî hevkarên xwe yên bulxar, misrî, iraqî û kosovayî karên xwe dimeşînin. Endamên çeteyê ji pasportên sexte bigrin hetanî standina bertîlê û gelek sûcên din kirine û dikin.’

​Hêjayî gotinê ye ku medyaya kurdî ya Herêma Kurdistanê hefteya çûyî ragihand ku saziyên civakî yên Kurdistanê ji xeniqîna penaberên kurd şikber in û got: 'Em difikirin ku destê mafyaya tirk û yûnanî di xeniqîna keştî û belemên penaberên kurd de hebe. Dibe ku ev mafya bi fermana îstixbaratên tirk û yûnanî van penaberan didin xeniqandin.’

Bi heman mijarî:

Li dijî konê şînê yê şervanê TAKê operasyona dualî
Li Cizîrê 2 cenazeyên din hatin teşxîskirin
Tîma Dijterorê ya Kurdistanê keça swêdî ji destê DAIŞê rizgar kir
Hevşaredara Silopyayê Emîne Esmer hat binçavkirin
Îtalyayê, ji bo operasyonên Libyayê destûr da Amerîkayê
Etîketan:
şebekeya bazirganiya mirovan, kesên sûcdar, navendên bazirganiya mirovan, penaber, Rêxistina Polêsan a Ewropayê (Europol), Deutsche Welle (DW), Rob Wainwright, Yekîtiya Ewropayê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de