22:19 20 Hezîran 2018
Balafirên bêmirov

Îtalyayê, ji bo operasyonên Libyayê destûr da Amerîkayê

© AP Photo / Eric Gay
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikumeta Îtalyayê, ji bo balafirên bêmirov yên Amerîkayê ku bikaribin ji baregeha Sicilyayê rabin û li Libyayê tev li operasyonan bibin destûr da.

Navenda Nûçeyan — Bi destûra hikumeta Îtalyayê di sala 2011an de ku baregeha Sigonellayê ji hêzên NATOyê re hatibû vekirin û ji vir pê ve dê balafirên hêza hewayî yên Amerîkayê rabin û li Libyayê wê li hedefên terorîstan bidin.

Bi armanca parastine ye

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, di radyoyê RTLa îtalyanî de de ragihand, ji bo her operasyonê wê cûda destûr were dayîn û hemû operasyon wê ji bo parastina hêza bejayî ya Amerîkayê be. Heke delîl hebin ku terorîst di nava amadehiyan de ne, wekî herkesi dê dewleta Îtalyayê erka xwe bi cih bîne.'

Ev saleke ku Amerîka li pey vê destûrê bû

Li gorî çapemeniya Amerîkayê, ev saleke Washîngton li pey îtalyayê ye ku qanih bike û baregeha Sigonellayê bi kar bîne.

Ji aliyê din ve hêzên hewayî yên Amerîkayê hefteya borî li Libyayê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîbû û nêzî 40 milîtanên terorîst kuştibûn. Amerîka amadehiya operasyonên xwe yên Libyayê zêdetir bike dike û dixwaze îtalya jî tev li bibe, lê hikumeta Îtalyayê ji ber muxalefeta navxweyî bi germî pêşwazî nake.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Amerîka sendroma Stockholmê bi Sirbîstanê dide jiyandin'
Amerîka û Rûsya ji bo tundiya Sûriyeyê bi dawî bibe li hev kirin
Amerîka li Libyayê serokê DAIŞê bombebaran kir
General Barbero: ‘Divê NATO û Amerîka helwesta xwe li hemberî Tirkiyeyê hişk bike'
Tirkiye: 'Bila Amerîka biryar xwe bide yan em yan jî PYD'
Etîketan:
Hikumeta Îtalyayê, DAIŞ, NATO, Hêza Hewayî ya Amerîkayê, Matteo Renzî, Libya, Îtalya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de