21:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Zîrwe

    Rûsya, cihê xwe yê zîrweyê ji Koreya Bakûr re hişt

    © AP Photo/ Julio Cortez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 41

    Li gorî rapirsîna lêkolîna şirketa Gallupê, derket holê ku gelê Amerîkayê welatê ku ji xwe re metirsîdar dibîne guheriyê.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî encamên rapirsînê ji bo gelê Amerîkayê, sala borî di rêza yekemîn de dewleta herî metirsîdar Rûsya bû, lê di sala 2016an de ev rêz guherî û Koreya Bakûr kete cihê wê. Ji sedî 16ê gelê Amerîkayê Koreya Bakûr wekî tehdîd dibîne.

    Rêjeya Rûsyayê ji sedî 3ê kêm bû

    Di sala 2015an de dewleta Rûsyayê ji sedî 18 di zîrweya rapirsînan de bû û îsal ji sedî 3 puan kêm bû daket sedî 15an û kete rêza duyemîn.

    Îran û Çîn di rêza çaran de ne

    Îranê ji sedî 14 û Çînê jî ji sedî 12 Rûsyayê şopandin. Her wiha Iraq, Afganîstan û Sûriye jî di lîsteya rapirsînê de derdikevin pêş.

    Çar welatên di rêza pêş de nayên guhartin

    Ji aliyê din ve li gorî pisporên Gallupê ku encamên rapirsînê nirxandin, 4 welatên di rêza pêş de nayên guhartin û her dimînin. Tenê di rêzê de guherîn çêdibin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka û Rûsya ji bo tundiya Sûriyeyê bi dawî bibe li hev kirin
    Rûsya û Amerîka li ser beşdarbûna PYDê ya li Cenevreyê li hev nakin
    Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
    Rûsya û Amerîka li ser lîsteya terorîstan li hev kir
    Civîna Pûtîn û Kerry dest pê kir: Rûsya û Amerîka dikarin li Sûriyayê karekî nûwaze bikin
    Etîketan:
    Gallup, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de