14:43 19 Sibat 2018
Zindî
    Afganîstan

    Li Afganîstanê êrişa komkujî: Herî kêm 15 kuştî û 13 birîndar

    © AFP 2018/ WAKIL KOHSAR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Parwana Afganîstanê di êrişa komkujî de herî 15 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Li gorî ajansa nûçeyan ya Pakhwokê, li bajarokê Parwanê ku li bakûrê Kabîla Afganîstanê dikeve êrişeke komkujî pêk hat. Di êrişa komkujî de 4 jê polês herî kêm 15 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsên ewlehiyê ragihandin ku êrişa komkujî li dijî rêxistina ewlehî û rayedarên wê pêk hat. Komkuj bi motorsîkletê êrişa li taxa Syagardê pêk anî.

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hinek kesên nenas bi roketavêjan êrişa mala Cîgirê waliyê bajarê Pul-İkhumriyê kirin. Di êrişê roketavêjî de yek hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûnê, lê cîgirê walî saxitî rizgar bûye.

    Her wiha hat ragihandin ku ev êrişa komkujî rêxistina Talîbanê girtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganîstanê 16 terorîst yên DAIŞê hatin kuştin
    Amerîka, piştî Iraq û Sûriyeyê wê li Afganîstanê jî li DAIŞê bide
    Li Afganîstanê bi şideta 6,9 erdhej çêbû
    Li Afganîstanê qezaya trafikê : 25 mirî
    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
    Etîketan:
    Miduriyeta Polêsan ya Kabîlê, Talîban, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de