15:26 22 Sibat 2018
Zindî
    Koşka Spî (Qesra Spî)

    Amerîkayê dîsa got: ‘YPG ne girêdayî PKKê ye'

    © Flickr/ DVIDSHUB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Derve ya Amerîkayê carekî din ragihand ku tu pêwendiyeke YPGê bi PKKê re tune û bang li Tirkiyê kir, êrişên xwe li ser YPGê bide sekinandin.

    Navenda Nûçeyan — Êrişên Tirkiyê li dijî YPGê, bûne sedema wê ku hewlên Amerîka yên jinavbirina DAIŞê li Sûriyê, lawaz bibin.

    Derheqê vê yekê de, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, Mark Toner, di civîneke rojnamevaniyê de got, me pir vekirî ji Tirkiyeyê re gotiye ku em ji fikarên we yên li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fêm dikin lê divê hûn jî topbaranê bidin sekinandin.

    Mark Toner anî ziman ku siyaseta Amerîkayê li hember YPGê nehatiye guhertin û got, li gorî me tu pêwendiyek di navbera YPG û PKKê de tune.

    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê, Boseyna Şeiban hefteya borî gotibû, YPG beşek ji artêşa Sûriyê ye. Wezareta Derve ya Amerîka wê demê nexwastibû li ser gotinên Şeiban tiştekî bêje.

    Lê pisporekî mezin ê amerîkî bi navê Davîd Polak, ku endamê Enstîtuya Washingtonê ye, li ser vê mijarê got, baweriya min bi gotinên Boseyna Şeiban tune. Tu rastiyê bixwazî, baweriya min bi tu rayedarekî rêjîma Esed nayê. Li gorî min, ev zêdegaviyek kirêt e. Ew dixwaze wisa nîşan bide ku rêjîma Esed şirîkê Kurdan û YPGê heta Amerîka ye jî.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka û Rûsya ji bo tundiya Sûriyeyê bi dawî bibe li hev kirin
    General Barbero: ‘Divê NATO û Amerîka helwesta xwe li hemberî Tirkiyeyê hişk bike'
    Deniz Çifçi: 'Bila kurd pêwendiyên nivîskî ligel Amerîka û Rûsyayê bimeşînin'
    Siyasetmedarekî kurd: ‘Pêwistiya Amerîka bi YPGê heye'
    Erdogan: ‘Divê Amerîka di navbera Tirkiya û PYDê de yekî hilbijêre’
    Etîketan:
    PKK, DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de