08:52 25 Mijdar 2017
Zindî
    Laliş, Şengal

    Keça êzidî ji aliyê xal û xizman ve hate kuştin

    © Foto: Public Domain / Wikipedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Li gorî nûçeya Rojî Kurd, keçeke êzidî ya 19 salî ji aliyê xal û xizmên wê ve hate kuştin.

    Koln – Şeva duşemê ya 25ê Rêbendanê keçeke êzidî ya bi navê Nadya (19 salî) ji aliyê xal û xizmên wê ve hate kuştin. Keça kurd Nadya êzidiyeke Herêma Kurdistanê bû ku welatiya almanî bû û li bajarê Kolnê dijiya.

    Li gorî agehiyên berdest, di navbera keça êzidî Nadya û ciwanekî efxanî de hevnasînek çêbû û Nadyayê nexwest ku ev pêwendî bi pêş ve here. Ji ber ku Nadyayê dizanibû ku ji bo êzidiyan, zewaca bi kesekî ne êzidî re ne mumkin e û pêwendiya xwe bi tevahî birî.

    Vî ciwanê terikandî ji bo întiqam û heqaretê selfî û wêneyên xwe û Nadyayê ji endamên malbata wê re şandin ku tofanek tohmetên malbatê bi xwe re anîn. Xal û xizmên keça êzidî ew bi pêpestkirina dab û nêrîtên êzdiyan tohmetbar kirin ku di dawiyê lê dan.

    Piştî lêxistina xedar a ji aliyê xal û xizman keça êzidî ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê; lê mixabin jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Tiştê ku Tirkiye li sînorê Sûriyeyê dike bê hiqûqî ye'
    Operasyonên siyasî bê navber didomin: 70 binçavkirî û 19 jî girtî
    Erebistana Siûdî jî li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kir
    Barzanî pêşniyara Ebadî qebûl kir
    Di şer û pevçûnên Sûrê de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
    Li navçeya Kagithaneyê 5 wesayît hatin şewitandin
    KENYê ji dewleta Tirkiyeyê xwest dawî li topbaranê bîne
    Etîketan:
    dab û nêrîtên êzdiyan, selfî û wêne, ji bo întiqam û heqaretê, pêwendî, hevnasîn, ciwanê efxanî, kuştin, ji aliyê xal û xizman ve, keça êzidî, Nadya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de