08:46 22 Hezîran 2018
YPG

Kurdên Sûriyeyê, navenda xwe ya giştî li bajarê Pragê vedikin

© AFP 2018 /
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Sekreterê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Hesen diyar kir ku kurdên Sûriyeyê ofîsa xwe li Ewropa ya pêşî wê li paytextê Komara Çekî li Pragê vekin.

YPG
© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Navenda Nûçeyan — Sekreterê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Hesen diyar kir ku kurdên Sûriyeyê ofîsa xwe li Ewropa ya pêşî wê li paytextê Komara Çekî li Pragê vekin û ew der wê bibe navenda giştî ya YPGê.

Şervan Hesen derkete bernameya televîzyoneke Komara Çekî û ragihand ku, niha navnîşana nûneriyê ji bo ewlehiyê em veşartî dihêlin û navenda giştî ya nefermî ji bo hêzên kurd wê piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî bide.

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Kurdan ne tenê ji bo ku Komara Çekî li Ewropayê ye hilbijart. Gelek aliyên kurd û çekan ê hevpar hene. Em herdu jî xwediyê ceribandinên dîrokî yên hevpar in.'

YPJ jî wê ofîsê veke

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî wê li bajarê Pragê ofîsê veke û ev ofîsa Komara Çekî wê ji terefê fermandara YPJê Îman Dervîş ve were birêvebirin. Hikumeta Pragê, di tekoşîna dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê de piştgiriya kurdan dike û çek û cebilxaneyan jî dide wan.

Bi heman mijarî:

YPG gihişte ber derê Ezazê
YPG: ‘Tirkiye, ji bo piştgiriya El Nûsrayê êrişî me dike'
YPG gundê Kefir Entiwan rizgar kir
YPG: Balefirên şer gundê Ziyaret bomberdûman kirin
YPG: 'Piştî operasyonê cihê stratejîk hate rizgarkirin'
Etîketan:
DAIŞ, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), YPG, Îman Dervîş, Şervan Hesen, Prag, Komara Çekî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de