16:35 25 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî û Kolînda Kîtarovîç

Seroka Xirvatistanê referandûm nirxand: ‘Birêz Barzanî te bi wêrekî karekî mezin kir’

© Foto: Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Li gorî nûçeya kdp.infoyê Serok Barzanî li Munîxê bi Serokomara Xirvatistanê Kolînda Kîtarovîç re hevdîtinek pêk anî û mijarên rewşa Kurdistanê, alîkariyên ji bo Pêşmerge û referandûma serxwebûnê hatin nirxandin.

Munîx – Di çarçoveya 52emîn Civîna Ewlehiyê ya Munîxê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû Almanyayê û bi gelek lîder û rayedarên cîhanê re hevdîtin pêk anîbûn.

​Di civîna Barzanî û Kolînda Kîtarovîç de mijarên rewşa Kurdistanê, alîkariyên ji bo Pêşmerge û referandûma serxwebûnê hatin nirxandin; herwiha teqezî li ser wê yekê hate kirin ku alîkariyên Xirvatistanê yên ji bo Pêşmerge dê bidomin.

Piştî bidawîhatina civînê û dema xatirxwestinê Kîtarovîç ji bo rizgarkirina Şengalê, şerê li dijî DAIŞê, ragihandina referandûma serxwebûnê û biryara reformê pesn da Serok Barzanî û got: ‘Cenabê Serok ez pir kêfxweş bûm, hêviya serkeftinên zêdetir ji te re dixwazim. Te bi wêrekî karên mezin kirine.’

Serok Barzanî jî ev pesna ji bo xwe diyariyî gelê kurd kir û civîna digel Serokomara Xirvatistanê wiha nirxand: ‘Me gotûbêjên pir baş kirin. Ji ber serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li dijî DAIŞê ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim.’

 

Bi heman mijarî:

Tirkiye, li ser moşekên ku davêje Ezazê ‘ji bo xatirê Sûr û Cizîrê' dinivîse
Li Kobanê 15 Sibatê bi girseyî hate şermezarkirin
YPGê bersiv da Davutoglu: ‘Em ê Ezazê hildin'
Balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn
Li Hezexê 2 teqînên dijwar!
Îran 11 girtiyên kurd dê radestî Kurdistanê bike
102 parlamenterên Ewropayî ji bo PKKê îmze dan
Etîketan:
serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li dijî DAIŞê, referandûma serxwebûnê, alîkariyên ji bo Pêşmerge, 52emîn Civîna Ewlehiyê ya Munîxê, Kolînda Kîtarovîç, Mesûd Barzanî, Xirvatistan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de