21:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Rûsyayê

    Rûsya li cihanê, artêşa herî bi hêz a duyemîn e

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Saziya Global Firepowerê her sal li gorî 50 guhêrbarî hêza artêşa welatan hisab dike û li gorî saziyê Amerîka, Rûsya û Çîn serî dikşînin û Tirkiye jî di rêza 10emîn de ye.

    Navenda Nûçeyan — Saziya Global Firepowerê her sal li gorî 50 guhêrbarî hêza artêşa welatan hisab dike û li gorî saziyê di cihanê de artêşa herî bi hêz Amerîka, Rûsya û Çîn serî dikşînin û Tirkiye jî di rêza 10emîn de ye.

    Pisporên Saziya Global Firepowerê (GFP), 50 guhêrbariyên wekî hûneriya bejayî, hewa, derya, budçeyên leşkerî, hejmara karmendan dixe qategoriyê û hêza artêşa 125 welatan xiste rêzê. Amerîka, bi taybetî bi budçeya xwe ya bilind ya leşkerî di serê lîstê de cih digre û Rûsya jî wê dişopîne. Çîn jî piştî Rûsyayê hêza sêyemîn û Tirkiye jî di rêza dehemîn de cih digre.

    GFPê qapasîteya Amerîka, Rûsya, Çîn û Tirkiyeyê bi vî awayî par vekir:

    Amerîka; 8 hezar û 848 tank, 41 hezar û 62 wezayîtên zirxî, hezar û 934 çekên ajotî, hezar û 331 pergala moşekavêj û 581 milyar dolar budçeya parastinê.

    Rûsya; 15 hezar û 398 tank, 31 hezar 298 wesayîtên zirxî, 5 hezar 972 çekên ajotî, 3 hezar 793 pergala moşekavêj û 46,6 milyar dolar budçeya parastinê.

    Çîn; 9 hezar û 150 tank, 4 hezar û 788 wesayîtên zirxî, hezar û 710 çekên ajotî, hezar û 770 pergala roketavêj û 155,6 milyar dolar budçeya parastinê.

    Tirkiye; 3 hezar 788 tank, 7 hezar 550 wesayîtên zirxî, hezar û 13 çekên ajotî, 811 pergala moşekavêj û 18,2 milyon dolar budçeya parastinê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Sûrîyeyê bang li Rûsya û Tirkiyayê kir!
    Rûsya: ‘Gunehên herî mezin dixin stuyê Moskovayê'
    Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Leşkerên xwe ji Iraqê derxînin!
    Rûsya: ‘Li Sûriyeyê agirbest jî were ragihandin wê bombebarana me bidome'
    Rûsya, bi fîloya xwe ya Xezar û Derya Reş dest bi tetbîqatê kir
    Etîketan:
    Saziya Global Firepowerê (GFP), Tirkiye, Amerîka, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de