21:52 22 Sibat 2018
Zindî
    Henri Barkey

    Pisporê amerîkî: ‘Tirkiya PYDê dike bihane ku NATO û Rûsyayê berde hev’

    © Foto: Lehigh University
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê amerîkî diyar kir ku Tirkiya bi êrişên xwe yên li ser Rojavayê rîskeke mezin hildide ser xwe.

    New York — Rêvebirê Bernameya Rojhilata Navîn a Navenda Wilson Henri Barkey beşdarî bernameyeke Dengê Amerîkayê bû û derbarê êrişên Tirkiyayê yên li dijî çeperên YPGê de axivî: ‘Tirkiya ji bo beşdarkirin û kaşkirina Amerîkayê êrişê dibe ser PYDê û bi vî awayî hem Amerîkayê dike zorê hem jî bi kêrî Rûsyayê tê.’

    Derbarê sedemên van êrişan de jî Barkey got ku Tirkiya naxwaze ku korîdora Ezazê têkeve destê PYDê û lewre dest bi topbaran û bombebaranê kiriye; lê ev helwesta wê şaş e û bi van êrişan zirarê digihîne NATOyê; herwiha di hişê Tirkiyayê de hinek bazariyên din hene ku endamên NATOyê bi topbarana wê aciz bûne û ev êriş dibe ku bibe sedema nerazîbûneke tund ji aliyê kurdên Tirkiyayê ve jî.

    Derbarê îdiayên Tirkiyayê de jî pisporê amerîkî wiha got: ‘Rast e PYD dixwaze korîdora Ezazê bi dest bixîne; lê heta niha ber bi Tirkiyayê fîşengek neteqandiye, îdiayên Tirkiyayê ne rast in û îtibara wê dixînin. Amerîka ji xwe sînor raçav dike û dizane ku kî êrişî kê dike û daxuyaniyên Tirkiyayê yên nerast ziyanê didin pêwendiyan. Herwiha nîşandana PYDê wekî hevparê Esad neheqiyeke mezin e ku tê wateya xapandina mutefiqan.’

    Di dawiya analîza xwe de Henri Barkey got ku Tirkiya dixwaze bi van helwestên xwe ve Rûsya û NATOyê bîne pêşberî hev ku tevgereke şaş û xeternak e; herwiha medyaya tirkî bi israr dibêje ku veger tuneye, ew dê PYDê ji holê rakin û ev jî nîşan dide ku Tirkiyayê riya diyalogê jî xitimandiye.

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê bangî Tirkiyeyê kir: 'Êrişên li dijî kurdan biterikîne!'
    Li navçeya Hezexê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Heyeta Aştiyê, ji bo dawiyê li şer bîne çû Tirkiyeyê
    Heyder Ebadî: ‘Petrolê bidin me, ez ê mûçeya Pêşmerge bidim'
    Li Rûsyayê teqîn: Herî kêm 4 kuştî
    Terorîstên DAIŞê bi malbatên xwe ve ji 2 bajarokên Mûsilê vekişiyan
    Li Helebê pevçûn: Yek jê fermandar bi 10an kuştî
    NATO: ‘Em nikarin pêşiya wê bigrin, dema perçebûna Sûriyeyê hatiye'
    Etîketan:
    xapandina mutefiqan, pisporê amerîkî, nerazîbûna tund, korîdora Ezazê, êrişên Tirkiyayê yên li dijî çeperên YPGê, sedema êrişan, topbarana Tirkiyayê, medyaya tirkî, bombebaran, Bernameya Rojhilata Navîn a Navenda Wilson, Dengê Amerîkayê, Henri Barkey, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de