19:16 23 Hezîran 2018
Almanya

Almanyayê bangî Tirkiyeyê kir: 'Êrişên li dijî kurdan biterikîne!'

© Foto : Flickr/ Hernán Piñera
Cîhan
Lînkê kurt
0 50

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier ji bo mijara Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir û got ku êrişên li dijî kurdan biterikîne.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier li Brukselê di civîna Wezîrên Derve yê Ewropayê de ji bo mijara Sûriyeyê bangî her du aliyan kir û got: ‘Şidetê kêm bikin. Divê Rûsya, rejima Sûriyeyê, Tirkiye û çekdarên kurd li gorî mutebeqata Konferansa Ewlehî ya Munîxê tevbigerin û berî agirbestê divê şidet were kêm kirin.'

Divê Rûsya û Sûriyejî operasyonên xwe kêm bikin

Steinmeier di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Ev banga min ya kêmkirina şidetê ji bo Rûsya û rejima Sûriyeyê ku li derdora Helebê operasyonan dike û êrişên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên dawî li herêmê ye. Em rewşa gengeşiyê li ber çav digrin û divê Tirkiye jî gavên ku gengeşiyê kêm bike biavê je.'

Bi heman mijarî:

Li Almanya û Fransayê dewleta tirk hat protestokirin
Almanya: Tirkiye li Bakurê Kurdistanê yasaya navnetewî binpê dike
Pisporê siyasî: ‘Almanya ji ber Tirkiyê, li dijî serxwebûna Kurdistanê ye'
Hikumeta Almanya hêza xwe ya Kurdistanê ji sedî 50î zêde dike
Almanya li Şamê ofîsa îstixbaratê ya hevpar vedike
Etîketan:
Konferansa Ewlehî ya Munîxê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Wezareta Derve ya Almanyayê, Frank Walter Steinmeier, Bruksel, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de