16:30 18 Hezîran 2018
Soner Çagaptay

Enstîtuya Waşîngtonê: 'Amerîka û Tirkiya ji pêwendiyên kurdî-rûsî ditirsin'

© Foto: Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Rêveberê Bernameya Tirkiyayê ya Enstîtuya Waşîngtonê Soner Çagaptay beşdarî bernameyeke Dengê Amerîkayê bû û derbarê kurd û rûsî de axivî.

Waşîngton – Analîstê Enstîtuya Waşîngtonê Soner Çagaptay diyar kir ku tirsa Amerîkayê ya hera mezin ew e ku di pêvajoya krîza Sûriyayê de kurd û Rûsya pêwendiyên nêzîk girêdin.

Çagaptay bal kişande ser avakirina herêma ewle ya di navbera Tirkiya û Sûriyayê de û got: ‘Beriya xistina balafira rûsî Tirkiyayê hertim qala herêmeke ewle ya ji firînê re dikir û piştî bûyera balafirê ev herêm hate avakirin; lêbelê êdî balafirên Tirkiyayê nikarin li hewaya Sûriyayê bifirin.

Derbarê pêwendiyên rûsî-kurdî yên nêzîk de jî Çagaptay eşkere kir ku xewa Obama reviyaye û got: ‘Amerîka pir ditirse ku di pêvajoya krîza Sûriyayê de Rûsya bibe navbeynkar û muşteriyê kurdan. Tirseke wê ya din jî ew e ku PYD aliyê Rûsyayê bigire û digel rûsan bi hevahengiya rejîmê şer bike.’

Analîstê Enstîtuya Waşîngtonê bal kişande ser tirs û xofa Tirkiyayê ji ber pêwendiyên rûsî-kurdî yên nêzîk û got: ‘Gava PYD bibe muşteriyê Rûsyayê, pirsgirêka kurdî ya li Tirkiyayê dê bi dehan salan berdewam bike. Rûsya dê bikaribe zêdetir bandorê li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiyayê çêbike. Lewre Tirkiya hewl dide ku PYDê (ji bo maweyeke dirêj jî PKKê) dûrî Rûsyayê bihêle da ku nebe muşterî û navbeynkar.’

Bi heman mijarî:

Civîna dîrokî: Piştî 1000 salî dêrên Katolîk û Ortodoks li Kûbayê civiyan
CDU: 'Gelek welat êdî dostên kurdan in'
Gatilov: Dibe ku hefteyek şûnde li Sûriyê agirbest dest pê bike
Polêsên Rûsyayê ji bo maça Fenerbahçe-L. Moskovayê tên Stenbolê
3 cerdevan îstifa kirin
Nasnameyên 3 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
Etîketan:
muşterî û navbeynkar, ji bo maweyeke dirêj, siyaseta navxweyî, navbeynkar û muşteriyê kurdan, pêvajoya krîza Sûriyayê, pêwendiyên rûsî-kurdî, herêma ewle ya di navbera Tirkiya û Sûriyayê, pirsgirêka kurdî, xistina balafira rûsî, Enstîtuya Waşîngtonê, Soner Çagaptay, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de