14:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Hemû pêşbîniyên Pûtîn rast derketin

    © AFP 2017/ NATALIA KOLESNIKOVA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4710

    Profesorê hiqûqnas ê navneteweyî yê Zanîngeha Illinoisê Francis Boyle destnîşan kir ku hemû pêşbîniyên Pûtîn rast derketin.

    Navenda Nûçeyan — Profesorê hiqûqnas ê navneteweyî yê Zanîngeha Illinoisa Amerîkayê Francis Boyle ji ajansa Spûtnîkê re destnîşan kir ku dema min di Konferansa Ewlehî ya Munîxê a sala 2007an de li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn guhdar kir got' polîtîkayên

    Amerîkayê yên bêpirsyarî wê bibe sedema metirsiyên şerên nû yên cihan' û ev pêşbîniya wî rast derket. Niha metirsiya şerê navbera NATO û Rûsyayê heye.

    Dibe li Sûriyeyê hinek tişt nerast biçin

    Boyle di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Ev hemû problem ji wê deme û vir ve her diçe xerabtir dibin. Niha NATO hêza xwe li ser sînorê Rûsyayê bi cih dike û hem Rûsya û hem jî Amerîka li Sûriyeyê operasyonên hewayî pêk tînin û dibe li vir tiştin ne rast herin.'

    Pûtîn cihê sekna xwe baş dizane

    Ji aliyê din ve dîroknasê amerîkî Patrick Smyth di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Pûtîn wekî mirovekî pispor ji hemû hemdemên xwe bilindtir e û cihê sekna xwe baş dizane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: ‘Amerîka hetanî îro PKK û PYD nas nekiriye'
    Tirkiye: 'Bila Amerîka biryar xwe bide yan em yan jî PYD'
    Siyasetmedarekî kurd: ‘Pêwistiya Amerîka bi YPGê heye'
    Miroglu: ‘Bila Amerîka ji bo avakirina dewleta kurdî alîkariyê nede kurdan’
    CIA: ‘Rûsyayê, nehişt şerê navbera Amerîka û Sûriyeyê çêbibe'
    Etîketan:
    Serokatiya Devleta Rûsyayê, Zanîngeha Illinoisa Amerîkayê, NATO, Patrick Smyth, Vladimîr Pûtîn, Francis Boyle, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de