03:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Omer El Şîşanî

    Şîşaniyê ku hatibû kuştin niha jî li Libyayê hat dîtin

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Şîşaniyê çeçenî ku hatibû îdiakirin di erişa hewayî ya Iraqê de hatiye kuştin, niha jî hat îdiakirin ku li heyatê û li Libyayê dijî.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî belgeyên îstîxbaratê yên herêmî, konvoya ku 14 wesayît di nav de û bi çekan dihat parastin êvara yekşemê ketin nava bajarê Sirteyê. Di nava wesayîtên ku diçin Sirteyê de berpirsê propaxandayê yê rêxistina terorîst ya DAIŞê ku bi riya xwe ya sor tê zanîn Ebû Omer El Şîşanî hat dîtin.

    Her wiha li gorî çavkaniyên îstîxbarata herêmî, emîrên DAIŞê yên ku diçin bajarê Sirtê herî kêm ji ½ riya wan sor e. Ji aliyê din ve li gorî îstîxbarata fermî ya Libyayê serokekî DAIŞê yekî nehên ku navê wî Ebû Omer bi kar tîne çûye Sirteyê.

    Ebû Omer El Şîşanî, hatibû îdiakirin ku di Cotmeha 2015an de li bajarê Enbarê di êrişa hewayî ya îraqê de dema konvoya serokê DAIŞê Ebûbekîr El Bexdadî hatibû hedef girtin, Şîşanî hatibû kuştin.

    Ji aliyê din ve li gorî malpera El Weset, terorîstên DAIŞê yê ku çûne Sirteyê bil ez dest pêkirin. Rêxistinê li bajarê Sirtê du lîste xwendin, lîsteya pêşî ya kesên ku werin înfazkirin e û ya duyem jî kesên ku bi cezayên curbecur werin cezakirin e.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê sere El Şîşanî jê kir
    ‘Mebesta Tirkiyeyê ya li Sûriyê DAIŞ na, PYD bû!'
    Fermandara YPJê: ‘DAIŞ, artêşa miriyên zindî ye'
    DAIŞ li Rojava û Sûriyeyê 3 hezar û 895 kesan îdam kirine
    DAIŞ ji bo şerê Mûsilê zarokên xwekuj perwerde dike
    Etîketan:
    Îstîxbarat Fermî ya Libyayê, DAIŞ, Ebûbekîr El Bexdadî, Omer El Şîşanî, Sirt, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de